ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

29 Sermawez 2011 17:02
16 parêzeran ji bo parêzertiya Ocalan serlêdan kirin



16 parêzeran ji bo parêzertiya Ocalan serlêdan kirin Piþtî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hedef nîþan da û 33 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girtin, 16 parêzer ji bo parêzeriya Ocalan bikin serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. 16 parêzeran girtina 33 parêzeran wekî êrîþa li dijî mafê parastinê nirxand û serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. Hate zanîn ku dê di rojên pêþ de serlêdan zêde bibin.

Piþtî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hedef nîþan da û 33 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin girtin, 16 parêzer ji bo parêzeriya Ocalan bikin serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. 16 parêzeran girtina 33 parêzeran wekî êrîþa li dijî mafê parastinê nirxand û serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. Hate zanîn ku dê di rojên pêþ de serlêdan zêde bibin.

Piþtî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hedef nîþan da û di bin navê Operasyonên KCK'ê de 33 parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin girtin, 16 parêzeran girtina 33 parêzeran wekî êrîþa li dijî mafê parastinê nirxand û serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. Piþtî ku di 22'ê mijdarê de bi fermana Serokwezîr Erdogan û biryara 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 42 parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hatin binçavkirin û jê 33 parêzer hatin girtin, 16 parêzeran ji bo parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin serî li Buroya Huqûqê ya Sedsalê dan.

Ji parêzeran Eren Keskin, Ercan Kanar, Mahmut Taþçi, Sinan Zincir, Kadir Tunç, Baran Dogan, Ayþe Acînîklî, Fýrat Epozdemîr, Emîne Þeker, Azîze Denîz Taþdemîr, Murat Ergîn, Gulîzer Tuncer, Okan Yildiz, Ender Yagmur, Faruk Atan û Înan Akmeþe ji bo parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê dan. Hate zanîn ku dê di rojên pêþ de hêjmara parêzerên serî li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bidin dê zêdetir bibe.

Tekîldarî serlêdanê parêzerê Buroya Hiqûqa Sedsalê Prz. Mazlum Dînç, anî ziman ku li ser navê KCK'ê li dijî muwekilên Ocalan û buroyên wan operasyon hatiye lidarxistin û ev operasyon bi fermana Serokwezîr Erdogan pêk hatiye. Dînç, anî ziman ku ew demek dirêjin bi hinceta muxalefeta hewayê heye, keþtî xerabe ye û personel tune nikarin bçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Dinç, da zanîn ku bi vê operasyonê dixwazin tecrîda li ser muwekîlê wan Rêberê PKK'ê Ocalan kurtir û girantir bikin. Dinç, da zanîn ku ev operasyon dê negêjin armanca xwe û di demên pêþ de serlêdana buroya wan zêdetir bibe. Dinç, da zanîn ku dê her hefte ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina hefteyî ya asayî pêk bînin her hefte serî li dareyadan bidin.


4 dozên Ocalan li DMME'ê didomin

Der barê gelek parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku ji 1999'an û heta niha parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye ser xwe de doz hatine vekirin. 4 dozên ji bo mafê Ocalan hatiye binpêkirin li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê didomin. Buroya Huqûqê anî ziman ku ji bo hevdîtinê asteng bike her tim der barê parêzerê wan de dozê vedike û dixwazin Ocalan bê parêzer bihêlin, lê dê serlêdanzêde bibe û hevdîtinên xwe berewam bikin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Polîtîka
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC