Di 41rûniþtinên doza siyasetmedarên kurd de heya niha tenê delîlên têkildarî 14 kesan de hatine xwendin. Di dozê de 104' kes girtî 152 siyasetmedarên kurd tên darizandin. Di rûniþtinan de delîlên dozgeran komkirin gelek têkildarî kesên tên darizandin de nîn e. Di nav delîlan de qeydên gundariyên telefonan ên bêyî biryara dadgehê hatin guhdarkirin hene û ji ber vê yekê di salona dadgehê de gelek caran rageþî derdikeve. Daxwazên parêzeran ên ji bo darizandinekî adîl pêk bê her tim ji aliyê dadgehê ve tên redkirin. Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar doza "KCK'ê" ji DÎHA'yê re þîrove kir.
'Delîl li dijî hiqûqê ne'
Aktar, diyar kir ku delîlên ji 14'ê nîsana 2009'an heta niha tên komkirin piranî li dijî hiqûqê ne. Aktar, anî ziman ku minaka herî li ber çav lêgerîna li dijî malên parêzeran a li dijî madeya 58'an a Zagona Parêzeran e. Aktar, da zanîn ku lêgerîna li malên parêzerên hatin girtin li gorî zagonan pêk nehat û wiha got: "Di zagoan parêzeran de behsa biryara dadgerekî nake. Di CMK'ê de jî behsa biryara dadgerekî dike. Di hemû lêpirsînê de bi biryara dadgerekî tenê biryara lêgerînan hate giritn. Li gorî vê yekê di 2 aliyeyan de binpêkirin heye. Delîlên di lêgerînên li mal û wesayîtên parêzeran de hatin bidest xistin hemû li dijî hiqûqê ne."
'Berê kesê þikdar tê tesbîtkirin piþt re dest bi komkirina delîlan dikin!'
Aktar, biryara 8'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind a "Hevdîtinên telefonan ên di nav de encam tuneyî" bi tena serê xwe delîl nayên qebûlkirin jî nirxand û anî ziman ku heke bi tu riyên din li gorî CMK'ê delîl neyên komkirin wê demê dikarin guhdariya telefonan bikin. Aktar, bilêv kir ku di doza "KCK'ê" de der heqên kesan de li gel guman tuneye jî guhdariya gelefonan hatiye kirin û ev yek bi salan berdevam kirin, guhdarkirin mehekê an jî 3 mehan hatin dirêjkirin û wiha got: "Ev yek heya di hevdîtinan de tiþtekî mirov bêje suç e hate tesbîtkirin berdevam kir. Yanî polîs li gorî xwe kesekî bi guman tesbît dike. Piþt re têkildarî vî kesî de delîlan kom dike. Lê li gorî darizandinên cezayan berê delîl tên komkirin piþt re digihiþin kes sûcdar."
'Îtîrazên me yên girîng ji aliyê dadgehê ve tên taloqkirin'
Aktar, destnîþan kir ku di sala 2009'an de Hevserokê Giþtî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaþ û Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna hatin guhdarkirin û girtekên vê yekê di îdîanameyê de cih girtin. Aktar, derbirî kir ku kesê li gorî zagonan mafê wî yê destnedayînê heye guhdariya wî nayê kirin. Aktar, diyar kir ku heta ew mafê wî bi dawî nebe der heqê wî de delîl nayên komkirin. Aktar, anî ziman ku li gel vê yekê guhdarî hate kirin û ev qeyd di îdîanameyê de cih girtin. Aktar, da zanîn ku di darizandinê de hemû îtîrazêln wan nehatin qebûlkirin û gelek caran jî îtîrazên wan hatin taloqkirin.
Aktar, bilêv kir ku dadgeh xwe bi peywira darizandineke adîl bike hîs nake û ji ber vê yekê raman di salona dadgehê de derdikev pêþ raman di salên 1980'an a li Almanyayê ya "Hiqûqa Dijmîn" e. Aktar, da zanîn ku ev raman jî weke raman "Ev mirova dixwazin dewletê perçe bikin û hilweþînin. Ji ber vê yekê ez jî li gorî bersuçekî na wekî dijminekî berê xwe didim" derdikeve holê. Aktar, destnîþan kir ku di destpêkira dozê heye niha wan her tim gotin ev doz hiqûqî nîne siyasî ye û wiha pê de çû: "Ev doz li dijî mafê kurdan ê siyaseta demokratîk e. Divê ev doz wekî dad mudaxele li siyaseta demokratîk a kurdan dike bê dîtin. Heke bi hezaran kesê hatin girtin wekî alîgir nayên nirxandin. Ji ber ku van mirovan bi awayekî aþkera xebatên xwe di partiyeke legal de kirin. Dibe ku hûn begem nekin. Di be ku hûn rast jî nebînin. Lê cihê van ê nîqaþan zemîna siyasî ye. Salonên dadgehê nîn in. Ev rêbaz pirsgirêka kurd çareser nake û ximeta vê yekê jî nake. Dadgeh jî vê yekê dibîne. Lê nizane dê çi bike. Ji ber ku jê tê xwestin bersûçan di girtîgehê de bên girtin û biryar mahkumiyetê bidin heye."
'Ev der Amed e, pêkanînên li gorî xwe xweser hene'
Aktar, diyar kir ku dad li dijî kurdan di nav helwesteke cudakar de ye û wiha axivî: "Pêkanîna li vir li gorî xwe xweser in. Ev der Amed e li gorî wê yekê pêkanîn hene. Nêrîna li vir cuda ye. Di ramanan de ew heye. Nêrîna dijber û ji min nîn e heye. Minak qedexeya parastina zimanê zikmakî. Ev yekê parastina birdoziya dewletê ye. Ev yekê jî wek darê dewleta netew tê bikaranîn. Rojên borî di Qoserê daxwaz welatiyê me yê bi eslê xwe ereb, a parastina erebî hate qebûlkirin. Lê daxwaz 6 welatiyên din a bi kurd nehate qebûlkirin."
Metîn Înan/DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>