ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

29 Rebéndan 2012 17:01
Ata: Azadiya Ocalan azadiya Kurdistanê ye



Ata: Azadiya Ocalan azadiya Kurdistanê ye Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, anî ziman ku ew ê li dijî bêhiqûqiyê têkoþîna demokratîk û rewa pêþ bixin û wiha got: "Tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ewlehî û tenduristiya gelê Kurdistanê ye. Azadiya Ocalan azadiya hemû gelê Kurdistanê ye."

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), xwest duh li Qada Îstasyonê ya Amedê di çarçoveya "Ji Ocalan re azadî, ji komkujiya siyasî re na" mîtîngê pêk bîne. Lê Walîtiyê destûr neda. Li ser vê yekê bi hezaran endamên DOKH'ê û endamên saziyên jin, li Parka Sumerê ya Xizmetên Civakî ya Amedê kom bûn û li gel stranan govend gerandin.

Jinan di çalakiyê de bê navber dirûþmeyên "Biji Serok Apo", "Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Êriþ me bêzar nakin" qêriyan. Jinan alên PKK'ê, alên KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Di çalakiyê de Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Seroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Parlementrerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan jî di navde bi hezaran jin amade bûn. Beriya daxuyaniyê Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, axivî û helwesta walî a li hemberî mîtîngê þermezar kir. Zumrut, xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.

'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'

Parlementera BDP'ê ya Amedê û Endama Kordînasyona KCD'ê Nursel Aydogan, jî axivî û diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Adogan, xwest tecrîd di qada navneteweyî de bê qedexekirin û wiha got: "Bila tecrîda li ser Ocalan rabe û diyalog dest pê bike."

'EM DÊ LI DIJÎ NEHEHIQÊ BERXWEDANÊ PÊÞ BIXIN'

Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, jî helwesta Waliyê Amedê þermezar kir. Ata, anî ziman ku ew dê li dijî bêhiqûqiyê têkoþîna demokratîk û rewa pêþ bixin û wiha got: "Tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ewlehî û tenduristiya gel û Tirkiyeyê ye. Azadiya Ocalan azadiya humû gelê Kurdistanê ye. Em bang li hikûmetê dikin ku gavên demokratîk bavêjin. Em gelê ku ji bo daxuyaniyê hatin û me vir kir qada mîtîngê in. Gelo li vî welatî hiqûq yek alî pêþ dikeve? Gelo li Îmrali hiqûq qetimiye? Gelo we girtîgehek ji bo kesekî ava kiriye? Em dê li dijî bêhiqûqiya we têkoþîna berxwedanê pêþ bixin."

'AZADIYA OCALAN AZADIYA TIRKIYEYÊ YE'

Ata, destnîþan kir ku heta niha li dijî gelê kurd polîtîkayên komkujiyê û biþaftinê pêk dihat û wiha berdewam kir: "Gelê kurd tu carî tecrîda li ser Brêz Ocalan tê meþanin qebûl nake. Ji ber ku dewlet û hikûmet bi gelê kurd, Ocalan û BDP'ê de hevdîtinê nake pêvajo xetimî. Hikûmet û dewlet baþ zane ku muhatapê wan kîye. Înkarkirina Îmralî û Ocalan înkarkirina gelê kurd e. Rakirina tecrîdê pêþîlêvekirina çareseriyê ye. Ewlehî û tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan ewlehî û tenduristiya gelê Tirkiyeyê ye. Azadiya Ocalan azadiya hemû gelê Kurdistanê ye."

Daxuyanî bi dirûþmeyan bi dawî bû.

ANF

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC