Rêxistina BDP'ê ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên aþtî û demokratîk çareser bike û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têxe rojevê heyetekê diþîne Ewropa û DYA'yê. Heyeta ku ji Hevserokê Giþtî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaþ û Berpirsiyarê Karên Derve yên BDP'ê Nazmî Gur pêk tê, dê roja sêþemê di 31'ê çile de biçin Îngîlîstan, Almanya, Fransa, Belçîka û DYA'yê û hevdîtinan pêk bînin. Ziyareta heyeta BDP'ê dê di 3'ê sibatê de bi dawî bibe. Heyet dê bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtinan pêk bînin û pirsgrêka kurd û tecrîda li ser Ocalan têxin rojevê.
Dîsa di 9'ê sibatê de heyeta ku ji Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Gultan Kiþanak û rêveberên BDP'ê pêk tên dê biçin Paytextê Berlînê yê Almanyayê û di 10'ê sibatê de vegerin. Hevserokên BDP'ê dê piþt re biçin Fransa û Belçikayê û li wir jî partiyên siyasî, dezgeh û rêxistinan ziyaret bikin. Di ziyareta li Brukselê de heyeta BDP'ê dê bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) re jî hevdîtinan pêk bînin. Heyeta BDP'ê dê piþtî ziyareta Ewropayê biçin DYA'yê.
Heyet dê li ser çareseriya pirsgirêak kurd, tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî û leþkerî rawestin.
DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>