Rojeke biharê, hêj nû xweza hêþîn dibû. Dengê çûkên koçber, bihar û xweza bi hemû bedewiyên xwe, di nav ahengiyekê de ne. Meþa me ji bo þopandina merasîma biranîna Xelîl Uysal û Hêvî Herekol e
Piþtî riya dirêj û zehmet em digihêjin baregeha tevgera Çand û Hunerê (TEV-Çand). Ji aliyê gerîlayên hunermend ve amadekariyên bîranîna hempîþeyê xwe gerîlayê hunermend Xelîl Uysal û Hêvî Herekol dikin. Gerîlayên hunermend ku ji destpêka biharê ve beþdarî gelek þahiyan bûbûn û hunerên xwe pêþkêþ kiribûn, vê carê jî hevalên xwe yên hunermend Yekta û Xelîl bi bîr tînin. Yekta Herekol di sala 2004’an 27’ê Adarê ji bo ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan þermezar bike, li Baþûr-Rojavayê Kurdistanê bajarê Helebê çalakiya xweþewitandinê li darxistiye û jiyana xwe ji dest daye. Xelîl Uysal jî di 1’ê Nîsana sala 2008’an de ji bo projeya xwe ya bi navê ‘Rêwitiyek ji Cudî ber bi Agiriyê ve’ pêk bîne ketiye ser rê. Lê li herêma Botanê di encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dide.
MERASÎMA BÎRANÎNÊ
Baregeha gerîlayên hunermend li qontara çiyayên bilind û li gel çemekî fireh e. Çem bi heybet diherike û bi govenda gerîla re dibe yek. Ji govenda gerîlayên hunermend re hevaltiyê dike. Merasîm bi rêzgirtina li ser giyanê pak ê hunermendan destpê dike.
Endama Kordînasyona PAJK’ê Ferîde Alkan diaxive: “Em wiha difikirîn ku rojekê em ê þehîd bikevin û Xelîl wê li ser me binivîse; lê ev berovajî derket û em niha wî bi bîr tînin. Dibe ku Xelîl niha ne di nav me de be, lê bi wêneyên xwe û kenê ku di ruyê hevalên xwe de hiþtiye îro bi me re dijî.” Piþtre bermehên Xelîl Uysal û Yekta Herekol bi sînevîzyonekê hatin nîþandan. Di heman demê de wêneyên ku Xelîl li pey xwe hiþtine bi navê “wêneyên dilê min” di pêþengehê de cih digire. Ew wêneyên ku bi dehan salan ji aliyê Xelîl ve hatibûn kiþandin: “wêneyên dilê Xelîl…” Koma Awazên Çiya derdikeve ser dikê û stranên li ser hunermendên ku jiyana xwe ji dest dane bi dilþewatî pêþkêþ dikin.
ÞAGIRT LI SER ÞOPA WAN IN
Xelîl û Yekta bi dehan kes perwerde kirine. Þagirtên wan bi berhemên xwe wan zindî dihêlin. Di heman demê de namzetên çand û hunerê ji bo bîranîna derhêner Xelîl Uysal xebatek bi navê ‘Rêwiyên Þad’ amade kirine. Di vê xebatê de gelek gerilayên hunermend cihê xwe digirin. Beriya roja merasîmê ev xebat bi dawî bû û ji bo ketina vîzyonê amadekariyên dawî tên kirin. Endamên çand û hunerê dema ku di nav vê xebatê de cihê xwe girtine li ser kesayet, þêwaz û ruhê Xelîl Uysal lêhûrbûnek xurt kirine.
Dema ku þagirda Xelîl Uysal a bi temenê xwe ciwan kameravan Gulistan Þivan hat ser dikê, rê li kêliyên hestiyar vekir. Gerîla Gulîstan li ber destê Xelîl dest bi karê dîmenkiþandinê dike, lê kameraya wê nîn e. Lewma her roj xeyal dike ku rojekê dê ew ji bibe xwedî kamerayekê. Piþtî ku Gulîstan diçe qadeke din, mamosteyê wê Xelîl, jê re kamerayekê diþîne. Ew dibêje; “Ez ê heta dawiya jiyana xwe vê kamerayê rakim û her carê çavên Xêlîl li ser xwe hîs bikim.” Çiqas bextewar in ku îro Xelîl û Yekta di hestên Gulîstana biçûk de dijîn. ANF
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>