ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

02 Resemi 2012 13:14
Biryara doza Roj TV ya Eutalsatê di 10’ê sibatê de ye



Biryara doza Roj TV ya Eutalsatê di 10’ê sibatê de ye Li hemberî zextên navneteweyî televîzyona Kurdî, Roj Tv bi rêbazên hiqûqî li ber xwe dide. Hate diyarkirin dê doza îtîrazê ya Roj TV ya li hemberî biryara rawestandina weþana Roj TV ya ji aliyê Eutelsatê ve, îro li Dadgeha Îdarî ya Parîsê pêk hat û bi encam bû. Biryara dawî ya dozê di 10’ê sibatê de dê bê dayîn.

Þîrketa Eutelsatê ya Fransî, biryara Dadgeha Kopenhatê ya der barê Roj TV de kir hincet û di 24’ê çile weþana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand. Roj TV jî li Dadgeha Îdarî ya Franseyê îtîraza vê biryarê kiribû. Piþtî wê jî, Roj Tv bi peyka Itelsatê ya li ser Yewnanîstanê re weþanê dike li hev kir, lê ji ber zextên DYA’yê weþana Roj Tv li vir jî hate rawestandin.

Di 10’ê çile de, Dadgeha Denmarkê bi hinceta þîrketên Roj TV A/S û Mezopotamya Broadcasting A/S zagona Denmarkê ya li dijî terorê bin pê kiriye, 65 hezar kron (11 hezar dolar, 8700 euro) ceza li wan birî. Her wiha ji bo 40 rojan jî cezayê pere birî û ev yek bi giþtî dike 5 milyon û 200 kronê Denmarkî, ango 699 hezar û 339 euro. Þîrketa Eutelsatê vê biryara Dadgeha Bajêr a Kopenhagê kir hincet û di 24’ê çile de weþana Roj TV ya li ser peykên girêdayî xwe rawestand.

DYA: ME ROJ TV BÊ DENG KIR

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Francis Ricciardone di hefteya borî de li Enqereyê di daxuyaniyekê de got; “Roj TV bê deng bû. Em ji Tirkiyeyê hemû tiþtên ku em bikaribin dikin” û bi vî awayî li xwe mikûr hat ku weþana Roj Tv bi hevkariya DYA’yê hatiye rawestandin.

Hûn dikarin bikevin malpera (www.roj.tv) û di beþa ‘Zindî’ ya malperê de li ser navnîþana (http://video.roj.tv/channel/view/roj-75) temaþeyê Roj TV bikin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Nûçe
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC