Buroya Aþtiyê ya Jinên Kurd Ceniyê li dijî hemû saziyên li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berpirsiyariya wan heye, kampanyayek da destpêkirin.
Cenî dibêje, 'Abdullah Ocalan Rêberê Gelê Kurd e, ji ber vê yekê jî di çareserkirina pirsgirêka Kurd de muxatabê sereke ye' û ji Serokê Komîteya Pêþîgirtina Êþkenceyê CPTyê re name þand.
Di nameya Ceniyê de wiha tê gotin;
'Tevî ku nayê fêmkirin, ka CPT çima tevî serlêdanên parêzerên Birêz Ocalan nakeve nava ti hewldanan jî, ev yek tê maneya xemsariya wê ya li hemberî berpirsiyarî û wezîfeyên wê. Bêdengî û bêhelwestî, bi awayekî zelal, bi destê AKP'ê Îmralî kiriye navenda êþkenceyeke sîstematîk a huqûq lê pêk nayê'
Û hate destnîþankirin, ku eger mudaxaleyî vê yekê neyê kirin, AKP wê jiyana Ocalan terkî siyaseta tinekirinê û tehdîtê bike.
Di nameyê de her wiha têkildarî polîtîkaya tecrîdê bal tê kiþandin ser pêla girtin û binçavkirinan jî.
Û hate destnîþankirin, ku nota Ocalan a 19ê Çileyê ji birayê xwe re ragihand a 'ev der gelekî hessas e, derketina me ya hevdîtinê ne di cih de ye' rewþa krîtîk a Ocalan têde bi awayekî zelal radixe berçavan.
Ji ber van hemû sedeman ji CPTyê hate xwestin, ku têkeve nava liv û tevgerê.
Her wiiha bang li hemû saziyên jin û kesayetiyan hate kirin, da ku ' ji navnîþanên li jêr, piþtgiriyê bidin daxwazên me û nameyên xwe ji Serokê CPTyê re biþînin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>