ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Sermawez 2011 11:58
Çû gilî, rastî destdirêjiya polês hat



Çû gilî, rastî destdirêjiya polês hat T.Þ. ya ku piþtî di navbera wê û hevserê wê de gengeþî derket, li qereqola ku ji bo gilîkirinê çûyê rastî tacîza polêsê bi navê Gîzlîhan Barûtçû ya ‘ji hevserê xwe biqete, mala min a þexsî heye, li cem min bimîne’ hat. T.Þ.

T.Þ. ya ku piþtî di navbera wê û hevserê wê de gengeþî derket, li qereqola ku ji bo gilîkirinê çûyê rastî tacîza polêsê bi navê Gîzlîhan Barûtçû ya ‘ji hevserê xwe biqete, mala min a þexsî heye, li cem min bimîne’ hat. T.Þ. ya ku axaftinên Barûtçû yên tacîzî di telefona xwe ya bêrîkê de tomar kir, parêzera wê Eren Keskîn bangewazî kir ku di doza ‘destdirêjiya zayendî’ de piþtgiriyê bidin T.Þ.’yê.

T.Þ. digel hevserê xwe Îbrahîm Þ.’yê pêre pevçûyî, ji bo giliyê hev du bikin di 10’ê Adara 2011’an de çûn Navenda Polêsan a Komarê. Polês Gîzlîhan Barûtçû yê ku bangî T.Þ. kir û bir odeya xwe, bi gotinên ‘Ji hevserê xwe biqete, mala min a þexsî heye, ez ê ji te re bibim alîkar, tu dixwazî îþev li cem min bimîne’ tacîz kir. T.Þ.’ya ku bertek nîþanî polês da, giliyê xwe di polêsek din de kir, piþtre jî bi malbata xwe re ji qereqolê veqetiya.

Polês Barûtçû yê ku ji bo T.Þ. ji mal kelûpelên xwe yên þexsî bigire, du polês peywirdar kir; piþtre jî bi peyam û telefonkirinê li ser T.Þ.’yê tacîz û pêdagiriya xwe domand. T.Þ’yê jî axaftinên Barûtçû yên ji tacîzan pêk tên, di telefona xwe de tomar kir û der heqê Barûtçû de gilîname da hundir.

Di îdîanameya ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Çorlûyê ve hat amadekirin de tê xwestin ku bi tawanbarkirina tacîza cînsî 2 sal cezayê girtîgehê li Barûtçû bê birîn. Polêsê bertawan jî îdîa kir ku li qereqolê ya ketiye ser milên wî pêk aniye, ev tiþtên tên gotin bovlat in.

Daniþtina doza ku li 2. Dadgeha Cezaya Sulhê ya Çorlûyê di 16’ê Kanûnê de dê bê dîtin. Dadgeh hevserê T.Þ’yê Îbrahîm Þ. dê wekî þahid guhdarî bike. Hebûn û nebûna sabiqeyên din ên bertawan Barûtçû jî tê lêkolînkirin.

Parêzera T.Þ’yê Eren Keskîn bang li femînîstan kir ku piþtgiriyê bidin T.Þ’yê. Keskîn diyar kir ku di rûniþtina dawî de dadger muameleya gilîker weke ‘bertawan’, bertawan jî wekî ‘gilîker’ kiriye. Keskîn di vî warî de wiha domand: “Daniþtina dawî bi rageþiyan derbas bû. Bertawan, ez kirim hedefa xwe. Gef li min xwar. Min ji dadgehê xwest ku rê nedin vê yekê. Dadger nehiþt ez daxwazên xwe jî pêþkêþ bikim. Bertawan Barûtçû di nav hêrs û kerba dê piþtî vê bûyerê ji peywirê were girtin de ye.... Em ji raya giþtî dixwazin ku xwedî li vê dozê derbikevin. Çorlû cihek biçûk e. Piþtgiriya tevgera jinê li wir heye.”

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Jîn
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC