ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

03 Resemi 2012 10:56
Ciwana 18 salî di salekê de 4 caran hate girtin



Ciwana 18 salî di salekê de 4 caran hate girtin Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jina ciwan a 18 salî ku nexweþiya gurçikê ye Sozdar Tekîn di vî temenê xwe yê biçûk de di salekê de 4 ceran hate girtin. Dayika Sozdar Tekîn Suphiye Tekin, diyar kir ku ger keça wê neyê dermankirin dê gurçika wê bê jêkirin.

Jina ciwan a 18 salî Sozdar Tekîn di nava salekê de 4 salan hate girtin. Tekîn, herî dawî hefteyek berê li gel bavê xwe Azîz Tekîn hate girtin û þandin Girtigeha Tîpa E ya Mêrdînê. Sozdar Tekîn a 18 salî ku her tim li dijî binpêkirina mafan û dijhiqûqiyê têkoþiya, herî dawî hefteyek berê bi îdîaya "Alîkarî bi rêxistinê re kiriye hate girtin. Tekîn cara yekem di 23'ê nîsana 2011'an de hete binçavkirin û girtin. Piþtî demek kin di girtigehe de ma serbest hate berdan û 2 carên din jî hate girtin û serbest hate berdan. Tekîn herî dawî li gel bavê xwe û Nûnerê Azadiya Welat ê Qoserê Azîz Tekin hate girtin û þandin Girtîgeha Tîpa M a Mêrdînê. Sozdar Tekîn þandin odeya jinan û bavê Sozdar Azîz Tekîn jî þandin odeyên din cem birayê wê yê 19 salî Vedat Tekin ku salek berê hate girtin. Bavê Sozdar Aziz Tekin 3 salin li Mêrdîn nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat dike. Bav Tekîn piþtî 12 salan di girtîgehê de ma û serbest hate berdan dest bi xebata rojnameyê kir û dîsa hate girtin. Tekîn niha li gel keça xwe ya 18 salî û kurê xweyê 19 salî di girtîgehê de diminin.

Sozdar Tekîn ku di 25'ê nisana 1994'an de ji dayik bû, 20 roj berê serbest hate berdan. Hêj 10 rojên wê li malê neqediya vê carê bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" hate binçavkirin û girtin. Tekîn, ku di heman demê de nexweþa gurçikê ye, divê bi rêk û pêk bê dermakirin. Dayika Sozdar Suphiye Tekin, anî ziman ku ger keça wê baþ nayê xwedîkirin û baþ nayê dermankirin talûkeya ku gurçika xwe winda bike heye.

'Zarokên min di girtîgehê de mezin dibin'

Dayika Sozdar Tekîn Suphiye Tekîn, fikar, gazinç û hawara xwe anî ziman û wiha got: "Niha 2 zarokên min û hevserê min girtî ne. Ez li gel 3 zarokên xwe bi tenê mam. Keça min di nava salekê de cara 4'emîn e tê girtin. Cara yekem hate girtin 45 rojan ma û serbest hate berdan. Piþtî 2 carên din hate girtin dîsa serbest hate berdan. Herî dawî hefteyek berê li gel bavê xwe cara 4'emîn hate girtin. Kesekî min li malê nema hemû girtin. Keça min nexweþa gurçikê ye. Gurçikek wê li ber îflasê ye. Ger ku baþ nayê dermankirin dê gurçika xwe winda bike. Em dixwazin zaroken min û hevserê min serbest bê berdan. Ez dixwazin ev pirsgirêk di nava aþtî û aramiyê de çareser bibe. Divê hemû dayik ji vê yekê re bêjin bes e. Êdî ez naxwazim kes bê girtin. Gelo ger ku zarokên min ê biçûk jî mezin bibe dê bê girtin? Ma dixwazin me hemûyan bigirin. Ez û 3 zarokên xwe man.

Derûniya zarokê 5 salî xera kirin

Zarokê 5 salî Zana Tekin jî ani ziman ku ew bêriya bavê xwe dike û pir xemgîn dibe. Zana xwest birayê wî, xwiþk û bavêwî serbest bên berdan.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC