Hevparên DOKH'ê, bi boneya balê bikþînin ser kuþtinên jinan û li dijî kuþtin û qirkirina jinan dengê xwe bilind bikin li ber Edliyeya Amedê civiyan û diyar kir ku "Qirkirina jinan qirkirina civakê ye, qirkirina civakê rawestînin" û xwestin dawî li qirkirina civakê bê.
Endam û nunerên hevparên DOKH'ê, bi boneya balê bikþînin ser êrîþ, kuþtin û zextên li dijî jinan, li ber avahiya Edliyeya Amedê civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan di daxuyaniyê de dowîzên "Ji kuþtina jinan re bes e", "Hêj duh li Mêrdînê Pelda Ekenek ji aliyê hevserê xwe ve hate kuþtin", "Kuþtinên jinan ji sedî 1400 zêde bû", "Jin jiyan azadî" û "Qirkirina jinan, qirkirina civakê ye" rakirin. Her wiha wêneyên jinên ku hatin kuþtin hatin vekirin. Li ser navê endam û rêveberên DOKH'ê Sevda Erdem Ateþ, anî ziman ku di her qadê jiyanê de ji ber feraseta serdestiya zilam jin rastî êrîþa zilam tên û wiha got: "Jin li aliyekî rastî lêdan, îþkence û tecawiza zilam tên, li aliyê din tên kuþtin. Li gel vê yekê berpirsiyar û sûcdar nayê parastin."
'Kuþtina jinan polîtîk e'
Ateþ, anî ziman ku li gorî daneyên fermî di 7 salên dawî de kuþtina jinan ji sedî hezar û 400 zêde bûye. Ateþ, da zanîn ku herî dawî li navçeya Dêrika Mêrdînê Pelda Ekenek ji aliye hevserê xwe ve hate kuþtin û wiha got: "Ev kuþtin tev polîtîkin. Li gel vê yekê dîsa tetbîrên li dijî kuþtina jinan nayê stendin û kujer tên parastin."
Ateþ, daxuyand ku dê daniþîna biryarê ya Ayþe Paþali ku ji aliyê hevserê xwe ve hate kuþtin di rojên pêþ de bê dîtin û wiha got: "Mixabin hêj kujer di nava civakê de digerin. Li gel kujer tên zanîn jî nayên darizandin." Em bang li her kesî dikin û dibêjin qirkirina jinê qirkirina civakê ye. Qirkirina civakê rawestînin. Piþtî daxnuyaniyê, jinan, bi boneya kuþtina jinan þermezar bikin li ber avahiya dadê nîv saetê çalakiya rûniþtinê pêk anî.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>