03 Resemi 2012 11:06
Daxwaza hevbeþ: Kongreya Netewa Kurd

Hevdîtina heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP ya li herêma Federal a Kurdistanê bi partiyên siyasî re destpêkirî berdewam dike. Di hevdîtinan de Partiyên Herêma Federal a Kurdistanê helwesteke hevbeþ nîþan dan û xwestin ku ji demeke zûtirîn bi tevlîbûna hemû tevgerên kurdan kongreya netewa kurd bê lidar xistin.
Hevdîtinên heyeta Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP'ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl re dewam dikin. Parlamanterên BDP'ê Mûlkiye Bîrtanê, Murat Bozlak û Ozdal Uçer jî di nav de heyeta ku ji Tirkiyê hat herêmê doh êvarê bi Cîgirê Serokê Partiya Demokratên Kurdistan (PDK) Fazil Mîranî, nûnerê Partiya Yekîtiyên Demokratîk (PYD) a Herêma Federal a Kurdistan Dr. Hûseyîn Koçer, nûnerên partiya Þûiyên Kurdistan, nûnerên Partiya Zahmetkêþên Kurdistan û nûnerên Partiya Neteweyên Demokratik a Kurdistan re li Otêla Þerotonê hatin ba hev. Di hevdîtinan de rewþa Rojhilata Navîn þert û mercên Kurdistanê û çareseriya pirsgirêka kurd hatin nirxandin.
'Divê kongre di demeke nêz de pêk bê'
Parlementerê BDP'ê yê Edenê Murat Bozlak bal kiþand li ser kongreya netewî û got; "Kongre ji bo Kurdistanê gelekî girîng e. Pêdiviya gelê kurd ji her demê zêdedir vê demê bi yekîtiyeke xurt heye. Kongre di nava destkeftiyên gelekî mezin de dê pêk bê. Lewma divê demildest ev kongre pêk bê."
PYD: Em ji bo kongrê amade ne
Nûnerê PYD'ê Dr. Hûseyîn Koçer jî diyar kir ku di demeke wiha hessas de Kongrêya Netewî ya Kurdistanê peywireke girîng e û ew jî wekî gelê kurd ê Sûriyê ji bo Kongrê ya Netewî ya Kurdistan amade ne. Hûseyîn banga hemû rêxistin û partiyên siyasî kir ku di pêkanîna kongreya neteweyî rol û rista xwe bilîzin.
'Erka partiyan girîng e'
Piþtî PYD'ê heyet bi nûnerên Partiya Þûiyên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîn. BDP Parlamentera Qarsê Mûlkiye Bîrtanê li ser navê heyetê axivî û got; "Em hêvî dikin ku ev hevdîtina me ji bo lidarxistina kongrê bibe pêngaveke erênî. Em dixwazin bêy ku dem derbas bikin kongreya neteweyî pêk bînin. Lewma berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Erka partiyan girîng e. Divê her rêxistin û partiyeke siyasî yekîtiya navxweyî esas bigire."
'Divê peyameke xurt ji vê kongreyê derkeve'
Endamê Navenda Partiya Þûiyên Kurdistanê Mihammed Þêxanî jî wiha axivî: "Daxwazên me hevbeþ in. Pêwîst e di vê kongreyê de ji bo dewletên desthilatdar peyameke xurt derkeve holê. Di vê demê de pêdiviya gelê kurd a vê peyamê heye."
Amadekariyên kongreyê
Parlementerê Wanê Ozdal Uçer jî di hevdîtina bi Partiya Yekitiya Netewî ya Demokratên Kurdistan (YNDK) de anî ziman ku ji bo lidarxistina kongreyê divê hemû partî û rêxistinên kurd bikevin nava liv û tevgerê û wiha axivî: "Em jî wekî Kongrêya Civaka Demokratîk ji bo kongreyê di nav liv û tevgerê de ne. Em dixwazin kongre di vê buharê de pêk bê. Desthilatdarên ku ji yekîtiya gelê kurd ditirsin zext û zordestiya xwe zêde dikin. Lewma divê ji niha de amadekariyên kongreyê destpê bikin û helwesteke xurt derxînin holê."
'PKK tevlî nebe kongre nabe'
Sekreterê YNDK Gaffûr Maxmûrî jî anî ziman ku hewceye ku gelê kurd di vê dema hessas de xwedî yek helwestî bin û wiha axivî: "Divê hemû rêxistinên kurd tevlî vê kongreyê bibin. Heke PKK tevlî vê kongreyê nebe ev kongre nabe Kongreya Netewî ya Kurdistanê. Yan jî partiyên me yên parçeyên Kurdistanê tevlî nebin nabe. Divê em hemû dorhêlên siyasî û civakî tevlî kongreyê bikin. Divê yekîtiya navxweyî xurt bibe û hemû dorhêlên li Kurdistanê di nava vê avasaziyê de cih bigirin."
DÎHA
<<Önceki Haber
Yorum ( 0 / 0 )
|
|