Li Çiyayê Cudî yê Þirnexê di 16'ê çile de operasyon hate lidarxistin. Di operasyone de 8 gerîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Yek ji gerîllayên HPG'ê yê jiyana xwe ji dest da endamê Konseya Leþkeri ya HPG'ê Seyfettin Iþik (Rubat Firat) ê ji navçeya Mîdyata Mêrdînê bû. Iþýk di sala 1973'an de li navçeya Mîdyata Mêrdînê ji dayik bû. Gerîllayê HPG’ê Iþik,di sala 1992'an de, dema zanîngeh dixwend tev li PKK'ê bû. Iþik, piþtî di gelek qadan de çalak cih girt, wekî endamê Konseya Leþkeri ya HPG'ê hate peyvirdarkirin. Iþik'ê HPG’î, herî dawî di 16'ê çile de li Çiyayê Cûdî yê Gabarê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da. Bavê HPG’î Iþik Mehmet Iþik, anî ziman ku wî navê bavê xwe li kurê xwe Iþik kir û wiha axivî: Li Mîdyadê dest bi dibistanê kir. Piþtî li vir dibistan xwend Zanîngeha Sêrtê qezenç kir. Bêyî ku zanîngehê xelas bike bû gerîla. Digot 'Ez ji bilî mamostetiyê jî ji xwendinê hez dikim' Her tim pirtûk dixwendin. Bi salan di nava têkoþîna gerîlla de cih girt û dawiyê þehît ket. "
'Ji bo Kurdistanê þehît ket'
Dayika Iþik Aliye Iþik jî anî ziman ku ew dê li doza kurê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Kurê min ji bo Kurdistanê û
doza xwe þehît ket. Em dê li doza kurê xwe xwedî derkevin. Em ji tu kesî natirsin. Çi ji destê me bê em dê bikin. Divê em marol bidin xwe û bixwînin. Em dê heta dawî doza xwe bilind bikin."
Dayika Seyfetîn Iþik, destnîþan kir ku Kurê wê ji bo Kurdistanê xwe feda kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bêjin çi hindik e. Ji ber vê yekê tu tiþtî nabêjim. Ji min xwest ez heta Amedê li gel wî bîçim. Lê min got ez dikarim di mehên biharê de bêm. Piþt re agahî hat ku kurê min çûye. Kurê min Seyfettin her tim li pey gotina xwe bû. Ji hevalê xwe re gelek baþ bû. Herî dawî kurê min di rêya doza xwe de þehit ket. Bila serê me hemûyan sax be. Em hemû her yek Seyfettinizek in. Tiþtê ku dikeve ser milê me bilindkirina doz û têkoþîna wî ye."
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>