Bi 10 hezaran kesên beþdarî mîtînga BDP'ê ya li qada Îstasyonê ya bi navê "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevin" pêk hat bûn bi yek dengî gotin "Em hemû li vir in, Em KCK'î ne"
Rêxistina BDP'ê ya Amedê, bi boneya operasyonên siyasî û leþkerî û girtinên di bin çavên "KCK'ê" de didomin þermezar bikin li qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk anî. Piþtî bi hezaran kes di kontrola lêgerînê ya polîsan re derbas bûn derbasî qada mîtîngê bûn. Mîtînga "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevin" bi rezgirtinê dest pê pir. Li qada mîtîngê ji ber dowîz û pankartên kesk, sor û zer qada mîtîngê bi rengên kesk, sor û zer xemilî. Li qadê pankarta mezin a "Ez li vir im, li vîna xwe xwedî derdikevim" vekirin. Ji dika mîtîngê jî bê navber strana "Diren Diyarbakýr" hate strîn. Bi 10 hezaran kesan bi yek dengî dirûþmeyên "Bijî Serok Apo", "Em hemû KCK'î ne" û "PKK gel e, gel li vir e" û "Þehîd namirin" berz kirin. Welatiyên ji navçayên Bîsmil, Farqîn, Erxenî, Lîce û navçeyên derdorê din hatin bi pankart û dowîzên xwe reng û hêz dan mîtîngê. Bi hezaran kesên ku ji navçeyan hatin pankartên "Ez li vîna xwe xwedî derdikevin" vekirin û heta qada mîtîngê meþiyan.
Di mîtîngê de Hevserokên Giþtî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaþ, parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Emîne Ayna, Altan Tan, Halîl Aksoy, Ayla Akat Ata, Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Rêveberên BDP'ê yên navendî Meral Daniþ Beþtaþ, Yildiz Aktaþ Mehdi Perinçek, Huseyin Dag, Þaredarên BDP'ê yên Amed û navçeyên wê nûner û rêveberên KCD, HAKPAR, KADEP, OSP, TÞDK, EMEP, ESP, Partîzan, MEYA-DER, TUHAD-FED, TUHAD-DER, KURDÎ-DER, Înîsiyatifa Dayikên Aþtiyê, Goç-Der, Komeleyên Hemwelatiyên Azad, Foruma Civakîe ya Mezopotamyayê, Navenda Çand û Hunerê ya Dicle û Firatê DÎKASUM, KARDELEN û gelek kesên din jî amade bûn.
Piþtî mîtîngê dest pê kir, zêdeyî 50 hezar kes li qada mîtîngê kom bûn û mîtîngê bi rêzgritin û srûda "Çerxa þoreþê" dest pê kir. Serokê Komîteya Amadekar a Mîtîngê Ahmet Gezer, axaftina vekirinê kir û gel slav kir.
Zumrut: Gelê Amedê qet koletiyê qebûl nake
Hevserok Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî axivîe u diyar kir ku li gel PKK'ê pêvajoya bêçalakiyê daye destpêkirin jî dîsa operasyonên siyasî û leþkerî berdewam dikin û gelê Amedê û gelê kurd dê qet koletiyê qebûl nekin. Zumrut, anî ziman ku ew dê heta dawîe ji bo rûmet, çand, ziman, nasname û vîna xwe têbikoþin û têkoþîna azadiyê bilind bikin. Zumrut, polîtîkayên AKP'ê yên komkujiyê jî þermezar kir û da zanîn ku gelê kurd li hemberî van polîtîkayan gavan bi paþve nade avêtin.
Mîtîng bi axaftin û muzîkê berdewam dike.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>