em her car tînin ziman, ku hemû nûçeyên li ser gelê Kurd ên di çapemeniya Tirk de têne weþandin, bi destê polîsan têne amadekirin..
Û me doh ev yek bi belgeyan îspat kir....
Hem Ajansa Nûçeyan a Firatê û hem jî bernameya televîzyona me Roj Analîz, nûçeyên ku li navenda MÎTê hatine amadekirin û ji çapemeniya Tirk re têne þandin, doh bidest xistibûn û gotibûn, sibê wê rojname bi vî awayî van nûçeyan biweþîn û wusa jî derket.
Îro ev nûçeyên ji aliyê MÎT'ê ve hatine amadekirin yên me doh êvarî êþkere kirin, hema bêja di hemû rojnameyên Tirk de bêyî ku were guhertin hatin weþandin...
Bi vê yekê jî careke din bi belgeyan eþkere bû, ku çapemeniya Tirk li gorî fermanên serokwezîr Erdogan tev digere.
DERKETE HOLÊ, KU POLÎS ÇAPEMENIYÊ BIRÊVE DIBE
POLÎSAN DOH NÛÇE NIVÎSÎN
ROJNAMEYAN ÎRO KIRIN MANÞET
Ev demeke dirêje, ku em dibêjin, nûçeyên têkildarî PKK, KCK, Ocalan, BDP, KCD û bi kurtasî hemû nûçeyên li ser Kurdan bi heman pênivîsê tên nivîsandin.
Nûçeyên li ser Kurdan ên di rojnameyên Kemalîst, Ergenekon, lîberalî, olî, AKPyî û Fetullahî de cih digirin hema hema, hemû bi heman manþetan derdikevin.
Ji ber ku rojname ji navenda polîsan tên birêvebirin.
Li Tirkiyê jî bi belgeyan derkete holê, ku çapemenî ji aliyê polîsên, AKP û Fetullah Gulen ve tên birêevebirin.
Hem jî bi awayekî vekirî.
Hemû nûçeyên bi mijara KCK-Ocalan-BDP û Parêzeran, di rojnameyên bi dîroka 24'ê Mijdara 2011'an de doh û pêr ji aliyê polîs û bi dozgerên erka bi taybet ve, bi awayek taybet hatin amadekirin.
Polîs û dozgerên bi erka taybet ev nûçe dane rojnameyan.
Rojnameyan jî bêyî ku dest bidin hevokekê jî ev nûçe îro weþandin.
Em roja 23ê Mijdarê yanê doh pê dihisin, ku 4 nûçeyên ji aliyê polîsan ve hatine amadekirin, sibê wê di rojnameyên Tirk de werin weþandin.
Em hinekî din lê dikolin û dibînin, ku polîsan nêzî 50 rûpelî nûçe amade kirin..
Nûçeyên bi sernavan, navbernav, spot, û paragrafan hatine amadekirin, di serî de ji rojnameyên Zaman, Yeni Þafak, Bugün, Taraf, Sabah, Milliyet, Hürriyet, Haber Türk, Akþam û Vatanê ji gelek rojnameyên din re tên þandin.
Û ji rojnameyan tê xwestin, ku van nûçeyan bi kar bînin.
Rojname wê navê hin nûçegihanên xwe li nûçeyan bike yan jî bi îmzeya servîsa îstîxbaratê bidin weþanê..
Em li Stenbolê li hin rojnameyan digerin, bi rastî jî nûçe hatine girtin û em pê dihisin, ku îro wê li ser rûpelên rojnameyan bin.
Belgeyên nûçeyan yên ji aliyê polîsan ve hatine amade kirin me doh di bernameya Roj Analîz de bi temaþaevanên xwe re parve kiribûn.
Ajansa Nûçeyan a Firatê jî bi sernavê, 'Polîsan nûçe çêkir, rojname wê operasyonên KCKê wiha binvîse' ev nûçe ji xwendevanên xwe re ragihand.
http://www.firatnews.eu/index.php?rupel=nuce&nuceID=53581
Û em jî bi sebir li benda sibê man..
Li ser rûpelên pêþî yên rojnameyan, nûçeyên polîsan amade kirî, di manþetan de, sermanþetan de cih girtine.
Her yek jiwan çiqasî alîyekî din ê nûçeyan bikar anîbin jî, van rojnameyên ku xwedê giravî bi nêrînên xwe pir dûrî hev in, heman nûçeyên polîsan amade kirine, bi heman awir û awayî weþandine
Hemûyan, bêyî ku dest bidinê, cewhera nûçeya polîsan û hetta sernavên nûçeyên wan jî di rûpelên xwe de bi cih kirine.
01 AKÞAM
02 BUGÜN
03 HABERTÜRK
04 MÝLLÝYET
05 STAR GAZETESÝ
06 TARAF GAZETESÝ
07 ÞOK GAZETESÝ
08 AKÝT
09 VATAN
10 ZAMAN
11 YENÝ ÞAFAK
12 CUMHURÝYET
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>