ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Rebéndan 2012 12:22
Dewlet xistin bin xizmeta cemaetê!



Dewlet xistin bin xizmeta cemaetê! Li navçeya Kerborana Mêrdîn Dersxaneya Ozel Femê dibistana dewletê YÎBO xist xizmeta xwe.Dibistana YÎBO ya Gaziyê ji bo xizmeta Dersxaneya Ozel Femê ku nêzî cemaetê tê zanîn, 4 rojan deriyê xwe ji cemaetê re vekir. Dersxaneyê di nava YÎBO’yê de barageh ava kir û hemû alav, amûr û derfetên dewletê pêþkêþî xizmeta xwe kir. Nûnerê Egîtîm Sen'a Kerboranê Nasreddin Oral, anî ziman ku rayedarên dewletê li aliyekî malên piþtgiriya perwerdehiyê yên þaredariyan digirin, aliyê din dibistanên dewletê dixin xizmeta Dersxaneyên Taybet

Dibistanên Leylî yên Seretayî yên Herêmê (YÎBO) ku li bajarên herêmê hatin avakirin û wekî qadên biþaftina zimanê zikmakî hatin naskirin, niha jî xizmetê ji dersxaneyên nêzî cemiyetê re dikin. Li navçeya Kerborana Mêrdîn Dersxaneya Ozel Fem'ê dibistana dewletê YÎBO xist xizmeta xwe. Dibistana YÎBO ya Gaziyê ji bo xizmeta Dersxaneya Ozel Femê ku nêzî cemaetê tê zanîn wekî barageha Dersxaneya Ozel Femê hate tahsîskirin. Piþtî hemû dibistan di 20'ê Çile de ketin betlana nava salê dersxaneyên nêzî Cemîyetê ketin nava liv û tevgerê. Dersxaneya Ozel Femê di nava 23'ê çile û 26'ê çile de Dibistana Gazî ya YÎBO'yê ji bo xizmeta xwe tesîs kir û xist xizmeta xwe.

Dersxaneya Ozel Femê hemû avahiya YÎBO, doþekxane, salona sporê û hemû beþên din ji bo xizmeta xwe tesîs kir û di nava 4 rojan de hemû alav û derfetên dewletê xist xizmeta xwe. Dersxaneyê di nava 4 rojan de dersxane ji bo xizmeat xwe amade kir û ders da 300 xwendekarên xwe. Dersxaeyê piþtî 4 rojan YÎBO jibo xizmeta xwe bikar anî, maþîneya YÎBO ya plakeya 47 LD 470 a fermî jî xist bin xizmeta xwe.

'Pirtûka Fethullah Gulen hate xwendin

Gelek xwendekarên ku nexwestin tev li kampa Dersxaneya Femê bibin û bi zorê tev li kampê bûn, nexwestin navê xwe bidin û diyar kirin ku Dersxaneya Femê 4 rojan YÎBO xistin xizmeta xwe û dersxaneyê her xwendekarek 5 TL pere dan wan. Xwendekaran destnîþan kirin ku di kampê de pirtûkên Fethullah Gulen bi wan dan xwendin û xwendekarên jin û mêr di polên cuda de ders dîtin. Xwendekaran diyar kirin ku rojê 10 saetan li dersê xebitîn û wiha gotin: "Di kampê de dersên olî dan me û pirtûkên Gulen bi me dan xwendin."

‘Derfetên dewletê pêþkêþî dersxaneyê kirin'

Xwendekaran diyar kirin ku hin caran Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê navçeyê Ahmet Cengiz û Midûrê Þaxê Alî Toprak jî beþdarî dersan bû. Nûnerê Egîtîm Sen'a Kerboranê Nasreddin Oral, anî ziman ku rayedarên dewletê li aliyekî malên piþtgiriya perwerdehiyê yên þaredariyan digirin, aliyê din dibistanên dewletê dixin xizmeta Dersxaneyên Taybet.
Oral, anî ziman ku dewlet hemû derfetên xwe pêþkêþî cemîyetan û saziyên cemiyetê dike û bi vê yekê jî nayê ser midûrên wê jî beþdî dersan dibe.

Oral, anî ziman ku rayedarên dewletê li aliyekî xizmeta dewletê pêþkêþî saziyên cemaetê dike, li aliyê din malên piþtgiriyê ku þaredarî bi derfetên xew vedikin digire û dirûtiyê dike.

Rayedar mikur nehatin

Midûrê YÎBO'yê diyar kir ku ne li cihê xwe ye, lê cîgirê wî diyar kir ku li YÎBO'yê 4 rojan ji bo ezmûnan ders dane. Cîgir, îdîa kir ku ji bo amadekariya SODES'ê xizmetek bi vî rengî dane û ji bilî vê yekê tiþtekî din nekirine. Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Kerboranê Ahmet Cengiz îdîa kir ku agahiya wî bi tiþtekî tune.

DÎHA

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC