ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

25 Sermawez 2011 13:11
Di 25'ê mijdarê de tundiya li dervê sînor



Di 25'ê mijdarê de tundiya li dervê sînor Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoþîna li dijî Þideta li Ser Jinê de, Jina 20 salî A. R. ji Sûriyeyê hate navçeya Gevera Colemêrgê û bi cerdevanê berê yê 70 salî re bi mara mele li hemberî pereyan hate zewicandin.

Di 25'ê Mijdarê Roja Têkoþîna li dijî Þideta li Ser Jinê de, Jina 20 salî A. R. ji Sûriyeyê hate navçeya Gevera Colemêrgê û bi cerdevanê berê yê 70 salî re bi mara mele li hemberî pereyan hate zewicandin. A.R. serî li ÎHD'e û BDP'ê Geverê da û alîkarî xwest. A.R. anî ziman ku bi rojan e rastî îþkence û tecawizê hat.

Jina 20 salî ya bi navê A.F ku ji bajarê Qamiþlo ye û keça malbatek ereb e, piþtî bi pereyan anîn li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi cerdevanekî 70 salî re zewicandin, li hemberî vê zilmê serî rakir û serî li ÎHD'ê û BDP'ê da. A.R. ya 20 salî piþtî ku anîn kampa Þukê û bi kalê 70 salî Huseyin Taþ ê ku berê cerdevan bû re zewicandin, alîkarî xwest. A.R. ku ji bo alîkariye serî li ÎHD'ê û BDP'ê da, anî ziman ku mehek berê malbata wê ew bi zorê anîn Kampa Þukê û bi mara mele bi kalê 70 salî Huseyîn Taþ re zewicandin. A.R. da zanîn ku bi rojan rastî lêdan û îþkenceyê hat û bi zorê rastî tecawizê hat. A.R. da zanîn ku herî dawî ew di mala ku lê dima xwe di þibakeyê re avêt derve û reviya. A.R. da zanîn ku xwe avêt rêxistina BDP'ê ya Geverê û alîkarî xwest. A.R, ji rêveberên BDP'ê û ÎHD'ê xwest wê bibin malbata wê û wiha got: "Pasaporta min hêj di destê Huseyin Taþ de ye.Taþ diyar dike ku ji bo pasaportê 25 hezar Tl xerç kiriye û ger ku tu vî pereyî bide tu dikare biçe.

'Ji bo zext bi dawî bibin zewac qebûl kir'

A.R. serpêhatiyên xwe wiha anîn ziman: "Bavê min 2 caran zewiciye. Jiyanek me ya zor û zahmet heye. Bavê min ez bi cerdevanê berê Huseyin Taþ re zewicandim. Ji bo ku ez ji zor û zahmetiya malê rizgar bibim min ev zewac qebûl kir. Lê piþtî ku min ferk kir ku ev bazar e min xwest biçim malê. Lê piþt re bi zorê mara mele birî û bi min re zewicî. Bi dehan caran tecawizî min kir. Ez dixwazim vegerim malê. Bila BDP û ÎHD bibe alîkarê min."

Piþtî serlêdna A.R. ÎHD û BDP ketin nava hewldanan û pasaporta A.R. ji Huyesîn Taþ wergirtin. Serokê BDP'a Geverê Rustem Demîr, anî ziman ku ev nayê qebûl kirin û xwes her kes li hemberî vê yekê bi hestiyar tev bigerin. Nûnerê ÎHD'a Geverê Bedîrhan Alkan jî anî ziman ku ew dê reþw û doza A.R biþopînin û mafê wê biparêzin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Jîn
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC