Daniþîna doza der heqê Îstîkbal Yetkîn ê ku hevsera xwe ya jê veqetiya Ayþe Paþali kuþtibû li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere hate dîtin. Di biryara daniþînê de heyeta dadgehê ji Yetkîn re li gorî Zagona Ceza ya Tirk a madeya 82/1'an û benda (a) "Bi zanebûn mirov kuþt" cezayê muebetê da. Heyeta Dadgehê takdîra xwe ya ceza bînin xwarê jî bikar neanî.
Ji hezaran cinayetên jina yek tenê bi encam bû
Îstîkbal Yetkîn di 7'ê kanuna 2010'an de bi hevsera xwe ya jê veqetiya Ayþe Paþalî re nîqaþ kir û bi kêr sturyê hevsera xwe ya berê birî û kuþtibû. Ayþe Paþali jib er gefên hevserê xwe yê berê ji dewletê parastin xwastibû lê parastin nedabûnê. Yekemîn car e cinayetekî jinan evqas bi lez bi encam bû. Ji ber vê yekê rêxistinên jinan ên têkoþîna vê yekê didin bi hêvî bûn. Lê jin dixwazin ku ev cinayetên bên astengkirin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>