Çend li ser qelsiya îstîhdamkirina jinê nîqaþ bê kirin jî dîsa bi polîtîkayên taybet, jin di navbera 4 dîwaran de dimînin. Endama Komîsyona Jinan a BTS'ê Ayþen Donmez 23 sal in di Riya Hesin a Komara Dewletê (TCDD) de dixebite, da zanîn ku li riyên hesin 100 jin dixebitîn lê piþtî 2001'an niha 58 jin dixebitin û yek ji van jî di mekanîzmayê biryargirtinê de cih nagirin.
Li Tirkiyeyê gelek qadên kar hatin arizîkirin, piþtî arizîkirinan gelek jin ji qada kar hatin dûrxistin. Ayþen Donmez, destnîþan kir ku bi polîtîkayên arizîkirinê 100 jinên ku di TCDD'ê dixebitin piþtî sala 2001'an hejmara bû 58. Donmez, destnîþan kir ku di mekanîzmayên biryaran de jî temsîliyeta jinê nîne.
Donmez, bal kiþand ser polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û da zanîn ku di gelek arizîkirinan de AKP'e kadroyên xwe bi cih kir. Donmez wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di polîtîkayên arizîkirinê de bi taybetî jin mexdûr bûn û bi saya polîtîkayên AKP'ê jin ji qada kar hatin dûrxistin. Ev tiþt jî polîtîkayeke taybete û li hemberî jinê tê meþandin. Li gorî daneyan midureke giþtî, 5 cîgir ên midûr, 23 midûra daîrê hene û her wiha di nav 21 midûrên 7 herêman de jinek nîne. Her wiha di nav 161 midûrên servîsê tenê midûrek jin heye. Dîsa di nav 120 midûrê þaxan de tenê 31 midûrên jin hene."
Dema Ayþen Donmez dest bi kar kir hejmara jinê zêde bû û her diçû jî zêdetir dibû lê salên dawiyê ev guherî. Donmez, wiha axivî: "Karê ku di riya hesin de tê kirin wekî karê mêra tê dîtin. Ev tiþt ji ber bandora zîhniyeta serdest a mêr pêk tê. Her wiha piþtî ku jin dest bi xebatên sendîkayên kir pêþketinên mezin jî pêk hat. Lê piþtî sala 1995'an de bi tevahî rewþ guherî û jin darbeyeke mezin xwar. Bi taybetî jî di salên dawî de polîtîkayên AKP'ê ya li hemberî jinê bi taybet hate meþandin. Tê xwestin ku dîsa jinê di navbera 4 dîwaran de heps bikin."
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>