Bûyerên kiryar nediyar û pêkûtiyên li dijî cenazeyan ên dijî mirovahiyê her roj bi belge û delîlan derdikevin holê. Li herêmê hemû cihên tên kolan hestiyên mirovan derdikevin holê. Hin caran jî di wêneyên di hinek sîteyan de tên weþandin ev heqîqat derdikevin holê. Kesê bi navê Kemal G. ê ku tê texmînkiirn li navçeya Çelê ya Colemêrgê leþkerî kir, wêneyên endamên HPG'ê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan hatin perçekirin û di erdê re tên rakiþandin di rûpela xwe ya facebookê de weþandin. Di wêneyên xwîna mirovan di cemîdîne de li ser cenazeyên nîþaneya "serkeftinê" tê bilindkirin.
Li qada pevçûnê hatin definkirin
Di wêneyan de cenzae ji aliyê leþkeran ve li qada pevçûnê di çalên hatin kolandin de tên definkirin nîþan dide. Di wêneyên hatin kêþandin de dîrok dema AKP'ê nîþan dide. Cenaze bi awayekî xemsar tên definkirin û li ser hinek cenazeyan þuna axê keviran danîn ser. Dîroka wêneyan jî 29.09.2007 e.
Rayedarên AKP'ê di hemû fersanden de dibêjin ew bi ser bûyerên kiryar nediyar de diçûn. Wekîlên AKP'ê ji bo hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin jî bersivên gelek sorsert dan. Wêneyên hatin weþandin weke bersiva gotinên rayedarên AKP'ê ye. Parlementera AKP'ê ya Amedê Oya Eronat a ku þuna Hatîp Dîcle yê ku wekîliya wî hate xistin çû Meclîsê têkildarî hestiyên li baregeha JÎTEM'ê derketin de got "Ji axrijê ye" û xwest ku bi van gotina gorên komî veþêre. Wêneyên derketin holê pirsa "Gelo ev jî ji axrijê ne?" tîne hiþên mirovan.
Hiqûqa þer nayê bikaranîn
Di madeyên 15, 16 û 17'an ên Peymana Cenevreyê de þertê; "Di þer de divê xwedî li cenazeyên kesên jiyana xwe dest din bê derketin, nasname û sedema mirinê bi awayekî rêk û pêk bê dîtin û ji aliyê din re bê gotin, li gorî rûmeta mirovan nêzî cenazeyan bibin û li gorî vecîbeyên olî bên definkirin û piþtî þer bi dawî bû bên derxistin û teslîmî malbatan bên kirin" hatiye danîn. Lê di salên 1990'an de li herêmê hiqûqa þer nehate bikaranîn û pêkutiyên dijmirovahî yên li dîjî cenazeyên PKK'iyan hêj jî berdevam dike.
Dema mirov berê xwe dide daneyên salên dawî pêkutiyên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyan tên meþandin wekî rêbazekê xwe nîþan dide. Mînakên tenê di dema AKP'ê de hatin jiyîn her diçe dirêj dibe. Ji wan mînakan hinek wisa ne;
*Di 30'ê hezîra û 1'ê tîrmeha 2010'an de 12 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên anîn Sêrtê jê ber hatibûn þewitandin ji aliyê malbatan ve nehatin teþhîskirin. Lê dîmenên di telefona leþkerekî de derketin holê wehþet raxist berçavan. Di dimenan de cenaze hemû tên tansîn û li cem hev rêzkirine û leþker li ser wan poz didin. Hate îdîakirin ku cenaze hatin þewitandin.
* Di sala 2009'an de cenazeyên endamên HPG'ê yên di pevçûna Çiyayê Cudî de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê leþkeran ve di erdê re tên rakiþandin û didn ber pênan. Ev dîmen jî bi telefona leþkerekî derketin holê.
* Cenazeyê ji 5 endamên HPG'ê yên di 17'ê hezîrana 2010'an de li gundê Tutenlî yê navçeya Kelkîtê ya Gumuþhaneyê jiyana xwe ji destan Ozgur Doghan (Sîpan Aras) ê ku þopa çekên kîmyevî li ser heyî hate þewitandin û di wêneyê hatin kiþande serê wî bi madeyekî wekî astîê hate þewitandin.
*Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên di 1'ê nîsana 2011'an de li navçeya Hassa ya Hatayê jiyana xwe ji destan þopa îþkenceyê û þewatê hate tesbîtkirin.
* Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên di pevçûna li navçeya Pilemûriyeyê ya Dêrsîmê di 26'ê nîsana 2011'an de jiyana xwe ji dest dan þopa þewatê hatin dîtin û çavên wan hatin derxistin hate tesbîtkirin.
* Li ser cenazeyên endamên HPG'ê yên li navçeya Pazarcikê ya Gurgumê jiyana xwe ji dest dan þopa îþkenceyê hate tesbîtkirin û hate dîtin ku çavên wan hatin derxistin.
Daxwaz BDP'ê ya ji bo bûyer bên lêkolînkirin her tim ji aliyê partiyên din ve hate redkirin.
SERTAÇ KAYAR/DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>