Welatiyên gundê Harîka Jêrîn a Navçeya Qislê ya Dêrsimê, li dijî bendava Pembelîk a li ser Ava Perî ku ji aliyê þîrketa Limak Holdingê ve tê avakirin 150 rojin kon vedane û di nava raperînê dene. Welatî di "Konê Raperînê" de 150 rojin nobetê digirin û bi biryarin ku axa xwe terk nekin. Welatî li gel berfa ku metroylekê ketiye dîsa bi biryarin ku têkoþîna xwe berdewam bikin. Welatiyên ku di sala 1938'an rerastî komkujiyê hatin û carekê axa xwe terk kirin, di sala 1994'an de 9 gundên wan ji aliyê dewletê ve hatin þewitandin û dîsa sirgûn bûn. Gundiyên ku 10 sal berê dîsa li gundên xwe vegeriyan, diyar kirin ku cara 3'yem e dîsa rastî zext û zorê tên û ji wan tê xwestin ku axa xwe terk bikin. Welatiyan, anîn ziman ku ew bi biryarin axa xwe terk nekin û ji bo axa xwe terk nekin li gel hemû þertên zivistanê 150 rojin di kon de nobetê digirin.
Li Dêrsimê demek dirêje li ser çemên Munzur, Mercan û Pilumoriyayê projeyên HES'ê tên avakirin. Li ser çemê Ava Periyê jî demek dirêj e hewldana avakirina 7 bendavên cuda tê kirin. Projeya HES'ê ya bendava Geliyê Perî dê 9 gundên herêmê di bin avê de bihêle. Xebatên înþaeta bendavê li gel þert û mercên zivistanê dîsa berdewam dike. Li hemberî vê eykê têkoyîna gelê heremê jî ligel hemû zor û zahmetiyên zivistanê didome. Welatiyên ku 150 rojin "Konê Raperînê" vekirine û li dijî bendavê di nava têkoþînê dene.
'Ev axa me ye'
Welatiyê gundê Herîka Jêrîn Hasan Arslan, anî ziman ku armanca projeyên HES'ê diyar e û dixwaze bi HES'an gundên herême vala bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Arslan, anî ziman ku kes nikare wan ji axa wan, çand, nirx, bîr û baweriya wan dûr bixin û ew tê dêkoþîna xwe ya hiqûqî berdewaðm bikin.
'Armanc sirgûnkirine'
Çalakvanê ku di nava Tevgera Gundiyên Azad a 150 rojin "Konê Raperînê" vekiriye de cih digire Hasan Bîter jî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Em qet destûrê nadin van bendavan. Ev bendav li dijî daxwazên me tên avakirin. Armanca wan mirovan sirgûn bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Em her tim ji ber nasname û çanda xwe rastî sirgûnan hatin. Em di 1938'an de rastî komkujî û sirgûnê hatin. Di sala 1994'an de dîsa em rastî sirgûnê hatin. Niha jî li ser axa me bendavê çêdike. Ev dê têkiliya Dêrsim, Çewlîk û Xerpêtê ji hev qut bike. Dê 9 gund vala bibin. Em destûrê nadin vê yekê. "
Welatiyê gundê Zimtekê Mehmet Gonul jî bi heman rengî bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Li ser ve geliya xweþikahiya xwezayê 7 HES û 2 projeyên bendavê tên avakirin. Dixwazin xwezayê wêran bikin û herêmê bê mirov bihêlin. Dixwazin dolima zeviyên me bi 4 TL yan bikirin. Ji bo zeviyên me ne 4 TL, 4 hezar TL jî bidin em axa xwe terk nakin.
(mae)
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>