Kazim Gundogan û hevsera xwe Nezahat Gundogan bi hev re belgewariya bi navê “Keçên Wenda yên Dêrsimê” amade kirin. Gundogan diyar kir ku wana ji sala 2005 ve dest bi lêkolînê kiriye û bi 120 van keçên hatine windakirin hevdîtin pêk aniye. Gundogan destnîþan kir ku van keçane dane sûbayên ku beþdarî qirkirina Dêrsimê bûne û ragihand ku ew bi armanca Tirkkirin û Sunîkirinê hatine revandkirin.
Gundogan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ji bo bûyerên salên 1937-38’ê aþkere bibin, wî û Nezahat Gundogan bi hev re xebatekê dane destpêkirin. Gundogan got; “Belgewariya ‘Keçên Wenda yên Dêrsimê’ di encama van lêkolînane de hatiye amadekirin. Gundogan destnîþan kir ku van keçane dane sûbayên ku beþdarî qirkirina Dêrsimê bûne û ragihand ku ew bi armanca bikin Tirk û Sunî hatine revandkirin.
Gundogan destnîþan kir ku di encama lêkolînên wan de aþkere bû heta niha 150 keç hatine revandin û bi 120 ji vana re rû bi rû hevdîtin pêk anîne. Gundogan diyar kir ku gava ev keçik hatibûn revandin 3-4 salî bûn û niha jî bûne 80 salî, ev keçane weke xizmetkarên malan dihatin bikaranîn, hatine biçûkxistin û gava bi Kurdî diaxivîn lêdan dixwarin.
Gundogan diyar kir ku wana bi piraniya malbatên keçên ku hatine revandin re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî:
“Yek ji keçên ku me pêre hevdîtin pêk anî, ji me re got ku bi trenê wana ji anîne Stenbolê û got ku gava wê ji Dêrsimê anîn, bi qêrîn û girî got; ‘Ji bo Xwedê, me ji malbata me veneqetînin, ez nikarim bê dayîka xwe bijîm’. Malbatek ku li navçeya Xozata Dêrsimê jî dijî diyar kir ku di dema komkujiyê de keçek a wan winda bûye, serî li me da, me jî lêkolîn kir, piþtî 2 salan me ew li Meletiyê peyda kir û me wan ba hev. Em ê heta dawiyê xebatên xwe berdewam dikin. Hîna jî gelek keçên wenda yên ku em li rastî rêçên wan nehatine hene. Gelek serlêdanên ji bo m hene, piraniya wan keçên wan winda ne. Ger arþîvên Serfermandariyê bêne vekirin, wê bê zanîn kîjan keçê dane kîjan leþkerî.”
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>