Þaxa ÎHD'ê ya Meletî têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên sala 2011'an de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber guleyên polîsan ên raste rast hatin berdan 19 kesan jiyana xwe ji dest dan e. Di daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku 9 kes jî bi aweyekî kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dan e. Di daxuyaniyê de hate gotin di sala 2011'an de di binçavan de kesek hate windakirin û binpêkirinên pêkhatin wiha rêz kirin: "Li girtîgehan 35 kes di binçavan dejî 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di mudaxeleya çalakiyan de jî 6 kesan jiyana xwe ji dest da 271 kes jî birîndar bûn. 2 hezar û 604 kes hatin binçavkirin 418 kes hatin girtin. Li girtîgehan 263 girtiyên nexweþ hene ji wan 135 kes li ber sînorê mirinê ne. Nêzî 500 xwendekar girtin e. Girtina 8 wekîlan berdevam dike. Di nava 10 mehên sala 2011'an de 649 zarok hatin binçavkirin û jê 187 zarok hatin girtin. Herî kêm 815 zarok ji ber 'îhmalê' jiyana xwe ji dest dan. 15 hezar û 506 sîte hatin astengkirin. 7 kovar û rojname hatin girtin. Di nava sala 2011'an de rojê 3 jin hatin qetilkirin. Di nava 11 mehan de 506 kes ji ber qezayên kar jiyana xwe ji dest dna û 2 hezar û 818 karker jî birîndar bûn."
Di daxuyaniyê de li gorî binpêkirina mafên mirovan rewþa welat jî wiha hate vegotin: "Di sala 2011'an de welatê me di nav 167 welatan de di rêza 88'an de cih girt. Di nava 23 welatên ewropa de di rêza 23'yan de cih girt. Ji ber terorê di 66 welatan de ji 35,117 girtiyan 12,897 li Tirkiyeyê ne. Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di sala 2011/2012'an de di nav 179 welatan de di rêza 148'an de cih girt. Ji 11'ê çileya 2012'yan de li Tirkiyeyê bi giþtî 99 rojnameger girtîn e. Li DMME'ê herî zêde Tirkiye binpêkirina mafên mirovan pêktê. Di sala 2011'an de li gorî rabûna mirovan di nav 187 welatan dei Tirkiye di rêza 92'yan de cih girt. Li gorî wekheviya jin û zilaman di nav 135 welatan de di rêza 122'yan de cih girt. Li gorî jin tevlî hêz kar bibin di nav 135 welatan di rêza 126'an de cih girt. Li gorî aramiya civakê jî Tirkiye di nav 110 welatan di rêza 75'an de cih girt."
DIHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>