Ajansa me DÎHA'yê duh der barê wêne û dîmenên ku leþkeran li navçeya Çelê ya Colemêrgê cenazeyên endamên HGP'ê bi komî defin dikin nuçeya "Ev jî gora komî ya serdema AKP'ê ye?" weþand. Piþt re wêne û dîmenên vê gora komî li ser malperên facebookê hatin belavkirin. Li ser vê rewþê Sekreterê Þaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Min ev dîmen dît muyê canê min bûþûjin. Min ji mirovahiya xwe þerm kir. Di dîmenan de xuya dibe ku endamên HPG'ê bi komî tên qetilkirin û piþt re li ber çavên fermandaran bi komî tên definkirin. Li dijî hiqûq û mafên mirovan tev digerin û mirovan li dijî sincê mirovahiyê defin dikin. Ev xuya dike ku hiþmendiya berê didome. Em serdema berê rexne dikin. Lê em dibînin ku di vê serdema AKP'ê de jî dîsa gorên komî dubare dibin.
'ÎHD dê serlêdana sûc bike'
Bîlîcî, destnîþan kir ku piþtî ew der barê vê bûyerê de lekolîn bikin û belge û daneyan bi dest bixin dê bi lezgîn serlêdana sûc bikin û wiha got: "Ji bo gora komî bê vekirin û nasnameya wan kesan bê diyarkirin em dê serî li qereqola leþkeran bidin û bixwazin ku malbat piþt re biçin cenazeyên xwe wergirin."
'Biryara veþariyê ya JÎTEM'ê li ku ma?'
Bîlîcî bal kiþand ser kolandina gora komî ya JÎTEM'ê û wiha berdewam kir: "Ji bo kolandina gora kamî ya navenda JÎTEM'ê biryara veþartina dosyayê anîne. Parazvanên mafên mirovan, malbatan û parêzeran nêzî cihê kolandinê nakin. Der barê kolandinê de agahiyan nadin. Dedîl çawa tên komkirin? Kolandin li gorî çi tê kirin? Parlementerên AKP'ê serbest diçin li wir daxuyaniyê didin. Dikevin wê qadê. Lê ji bo me qedexe ye. Ger ku biryara veþarî hebe çima ew dikarin biçin cihê bûyerê û çima en nikarin biçin? "
'Ensarîoglu û Eronat ezbere diaxivin û ser bûyerê vediþêrin'
Bîlîcî, daxuyaniya Parlementera AKP'ê ya Amedê Oya Eronat ku ji aliyê YSK'ê ve li þûna Hatîp Dîcle hate bicihkirin û Galip Ensarîoglu jî rexne kir û wiha got: "Oya Eronat û Galip Ensarîoglu, ne antropolog in. Daxuyaniya wan a 'Hestî ne aydî salên 90'î ne, daxwaza veþartina rastiyê ye. Dixwazin bûyerê veþêrin.
Bîlîcî, da zanîn ku hin hestiyên hatin dîtin þandin Satiya Tipa Edlî û wiha lê zêde kir: "Lê dibêjin hestiyên mirovan in. Dixwazin ser van rastiyan bigirin û aloz bikin. Ev yek samîmiyeta wan nîþan dide. Rastiyê berovajî dikin. Bûyerên salên 90'î wekî bûyerên beriya zayinê nîþan didin. 155 hefteye ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin em çalakiyan pêk tînin. Lê heta niha hikûmetê tu gav neavêtiye.
'Dewlet li gorî usûlê lêkolînê nake'
Bîlîcî, destnîþan kir ku lêkolîn û kolandin li gorî rêbazên zanistî û usûlê nayê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet li gorî qural û usûlê lêkolîne nake. Dibêje ger ku ez gorê vekim ez dê bi kepçeyan vekim. Ji bo Navenda JÎTEM'ê jî xwest bi kepçeyan bikole. Lê Midûrê Çand û Turîzmê ji ber ku ev der cihekî dîrokî ye destûr neda. Divê rastî li gorî rêbazên zanistî bê lêkolînkirin û ronîkirin."
Sertaç Kayar/DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>