Gerîlaya HPG'ê Suna Ozdemîr, bi navê kod Roza Semsûr, di navbera 22-24'ê Cotmehê de, li Geliyê Tiyarê jiyana xwe ji dest dabû.
Rayedarên dewletê bi zanebûn cenazeyê Sûna Ozdemir û yê Perîhan Ergun tevlîhev kiribûn û cenazeyê Ozdemir radestî malbata Ergun kiribûn.
Piþtî ku þaþî derket holê, malbata Ozdemîr serî li dozgeriyê da û canazeyê keça xwe ya li Erdîþê hatibû veþartin, ji gorê derxist û anî li goristana navçeya Semsûrê Gergerê spart axê.
Tevî rêveberên BDP'ê gelek kes tevlî merasîma cenaze ya li gundê Erbahuna Jêrînê bûn.
Serokê rêxistina BDP'ê Gergerê Ozgur Bogatekîn di merasîmê de axivî û got: ji vî gundî 32 kesî di vê tekoþînê de jiyana xwe ji dest daye, lê tenê ji van kesan, Suna Ozdemîr li ser axa xwe hatiye defînkirin.
Li aliyê din malbata Perihan Ergun bi navê kod Zîlan Serhat jî îro dîsa çû meletiyê.
Herwiha hat ragihandin encamên testên DNA ya Rahim Yusuf bi navê kod Agît Rojhilat jî diyar bûne.
Tê payîn malbata Yusuf jî biçe Meletiyê.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>