Heyeta Alman ku ji parêzer û parlementeran pêk tê, çû navçeya Çelê û li Geliyê Tiyarê ku di operasyona leþkerî de 36 endamên HPG'ê hate îdiakirin bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane lêkolîn kir. Heyetê anî ziman ku wan mînak girtine û dê li ser vê yekê raporekê amade bikin.
Heyeta Alman a ku li ser îdiayên li geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çekên kîmyewî hatiye bikaranîn û 36 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dane ji bo ku lêkolîne piþti çûn Meletiyê derbasî navçeya Çelê bûn û li Geliyê Tiyarê lêkolîn kir. Parlamentera Parlamentoya Ewropayê ya berê Feleknas Uca, parlamenterê alman Jan Van Aken, parêzerên alman û fransiz Cementine Frances, Rentanin Hilver, Marie Avpert, Aledeuy Ledrein Aveco, Torre Dominulle û wergêr Delal Gemîtlî bi Þaredarê Çelê Mehmet Kanar jî di nava lekolîna Geliyê Tiyarê de cih girtin. Heyet li gel reveberiya BDP'ê ya navçeya Çelê çûn Geliyê Tiyarê û lêkolîn kirin. Heyeta ku li gel Serokê Rêxistina BDP'e ya Çelê Mehmet Kanar çûn herêma Gelê Tiyarê lêkolîn pêk anîn û mînakên ax, kevir, cil û mînakên din girtin.
Heyetê piþtî lêkolîn kir, li ser navê heyetê Parlementerê Alman Jan Van Aken axivî û diyar kir ku wan li herêma 1.5 kilometreyekê lêkolîn kiriye û dîtine ku li wê herêmê êrîþek pir mezin êrîþ pêk hatiye. Aken, anî zimn ku wan li perçeyên bombeyên li herêmê mane neriye û dîtine ku êrîþek pir mezin û dijwar pêk hatiye. Aken, daxuyand ku ji þewata dar û berên wir jî xuya dibe ku bandora bombeyan pir mezin e û asta þîdeta þer û bombeyê xuya dike. Aken, bilêv kir ku bombeyên hatine bikar anîn -MK-82 û MK-84 ne û wiha got: "giranbûna van bombeyan 250 û 950 kîlo ne. Bandora wan gelek mezin e.
Em dê daneyan bikin rapor
Aken, destnîþan kir ku wan mînakên ax, kevir, dar û perçeyên bombeyan kom kirin û piþtî dane kom kirin dê li ser wan daneyan lêkolin bikin û encama lêkolinê bikin rapor. Aken, derbirî ku heta li ser wan baþ lekolîn nekin nikarin encameke bêjin û piþtî bi heyeta pispor li ser van mînakan lêkolîn bikin dê bi raporekê encama wê ragihînin.
'Tirkiyeyê berê jî çekên kîmyewî bikar anîbû'
Aken ku hem parlementer û hem jî pisporê çekên kîmyewî ye da zanîn ku li gorî daxuyaniyên endamên HPG'ê yên li herêma pevçûnê hate gotin ku piþtî bombeyan bêhna sêv û hirmiya hatiye û wiha got: "Endamên HPG'ê anîn ziman ku piþtî bikaranîna çekan bêhna sêv û bihokan hat. Piþt re qirika wan þewitî û mahdê wan li hev ket. Ev bêhna hin çekên kîmyewî ye. Lê heta ku mirov lêkolînek berfireh neke nikare encamekê bêje. Wekî her kes dizane di sala 1999'an de li dijî endamên PKK'ê çekên kîmyewi hatin bikar anîn. Ev çeka kîmyewî ku hate bisar anîn bi belgeyan hate îspatkirin. Ji bo vê operasyonê jî divê Ewropa bi lezgîn heyetekê ava bike û bê li herêma operasyonê lêkolîn bike û piþt re raporekê amade bike. Tirkiye wekî bûyera 1999'an niha jî nabe alîkariya lêkolînê. Ev helwesta Tirkiyeyê gumana bikaranina çekêm kîmyewî xurttir dike. Teknolojî pir pêþ ketiye. Hin çekên kîmyewî hene, piþtî ten bikar anîn nîv saet þûnde þopa xwe winda dikin. Em dê vê yekê lêkolîn bikin."
Heyetê piþtî lêkolîn kir paþve vegeriya.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>