Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal der barê meþa bi dirûþima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statû” ya ji Cenewreyê heta Strasbourgê ya ku dê ev çalakî bibe mezintirîn çalakiya sala 2012 ya Kurdên li Ewropayê de daxuyaniyek weþand.
PÊVAJOYA FÎNALÊ
Kartal di daxuyaniya dayî de destnîþan kir ku hikûmeta AKP’ê bi piþtgiriya ji DYA û NATO’yê werdigire li hemberî gelê Kurd û tekoþîna wê ya azadiyê þereke topyekun daye destpêkirin û got; “Tekoþîna me di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê gihiþtiye fînalê.”
Kartal got ku dewleta Tirk bi êriþên ku daye destpêkirin Kurdan destlîm werbigire û rûmeta Kurdan biþkîne û ragihand ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vê polîtîkayê de encam werbigire, li aliyekê tecrîda li ser Ocalan diþidîne û li aliyê din jî êriþan dibe ser çeperên berxwedanê yên Kurdan û bi vî awayî dixwaze rûmet û vîna Kurdan biþkîne.
Kartal got; “Dixwazin bi girtina bi komel yên parlementer û þaredar, siyasetmendarên Kurd, rojnameva, parêzer û dostên Kurdan Kurdan û muxalefetê bê deng bikin, dixwazin bi teknîka dijwar û çekên kîmyewî berxwedana gerîlayan biþkînin û li ser vî esasî dixwazin gelê Kurd teslîm werbigirin.
Bi vê armancê, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me di roja 186’ê de û berdewam dike û amadekariya wê yekê dike ku vê tecrîdê bikin qanûnî. Ev yek jî tê wê wateyê ku dê tecrîda li ser Rêbertiya me zêdetir were þidandin.
DI QONAXA FÎNALÊ DE DEM DEMA BERXWEDANA BI HEYET E
Kartal destnîþan kir ku tecrîda li ser Ocalan “pir trîtîk e” û got ku di qonaxa fînalê ya tekoþînê de dem dema berxwedana bi heybet e. Kartal hemû çalakiyên ku li her derê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin silav kir û bang kir ku divê berxwedan û serhildanên bi pêþengiya jin û ciwananên zêdetir werin xurtkirin.
Ji bo meþa Kurdan a
Kurdên li Ewropayê dijîn, dê piþtî daxuyaniya ku dê di 31’ê çileyê de ji aliyê nuner, rewþembîr û hunermendên kurd ve bê dayîn, dest bi meþê bikin. Meþ dê 18 rojan, ango heta salvegera Kompoloya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd berdewam dike.
Kartal ji bo beþdarbûna meþa bi dirûþima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statû” ya ji Cenewreyê heta Strasbourgê ya ku dê di 31’ê çile de dest pê bike wiha bang li gelê Kurd kir:
Ji bo ev meþa gelê ya ji bo azadiya Rêbertî û gelê me, ya ku bi boneya saziyên navneteweyî yên weke NY, KE û CPT’yê, bixin nava liv û tevgerê û ji bo ev çalakî bigihe armanca xwe û bandoreke baþ li raya giþtî bike, divê hemû gelê me, rewþemberî û saziyên Kurd beþdarî vê meþa dirêj bibin û li her derê bi awayeke herî xurt piþtgirî bidin çalakiyê.
Divê gelê me li ser esasê pûçkirina hemû êriþên bêrêz yên Erdogan û Fethullah Gulen û polîtîlkayên li Rêbertiyê xwedî derbikevin. Ez di wê baweriyê de me ku dê gelê me yê Ewropayê rola xwe ya dîrokî bileyîze û ji wana re serkeftinê dixwazim.”
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>