ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

31 Kewçér 2011 12:41
Ji ber hovîtiya pêk hatiye em cenazeyan teþhîs nakin



Ji ber hovîtiya pêk hatiye em cenazeyan teþhîs nakin Hinek malbatên ji bo cenazeyên endamên HPG'ê çûn Meletiyê tenê wêne nîþanî wan dan, hinek malbatên ku cenaze dîtin jî, ji ser hiþên xwe çûn û wiha gotin: "Serê hinek cenazeyan tuneye. Hovîtiyek mezin li ser cenazeyan pêk hatiye.

Hinek malbatên ji bo cenazeyên endamên HPG'ê çûn Meletiyê tenê wêne nîþanî wan dan, hinek malbatên ku cenaze dîtin jî, ji ser hiþên xwe çûn û wiha gotin: "Serê hinek cenazeyan tuneye. Hovîtiyek mezin li ser cenazeyan pêk hatiye. Me nikekarî ku cenazeyan teþhîs bikin." Hate zanîn ku malbata Endamê HPG'ê Çetîn Budanlar þevê din û malbata Endamê HPG'ê Sezar Aslan jî îro cenaze girtin.

Piþtî ku hate îdiakirin li geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di operasyona ku 24 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dane de çekên kîmyewî hatine bikaranîn û navê 24 endamên HPG'ê hate aþkerakirin malbata ji bo cenazeyan bigirin ber bi Meletî ve bi rê ketin. Malbatên endamên HPG'ê serî li dozgeriyê dan û malbata Abdurrahman Enuþtekîn a ji Sêrtê hat û malbatên Bereket Aþan a ji Þirnexê hat û malbata Oktay Çelîk a ji Muþê hat piþt re bi çavdêriya polîsên sivîl çûn Morga Goristana Bajar a Þaredariyê da ku cenazeyan teþhîs bikin. Rayedaran cenaze nîþanî malbatan nedan û di bîlgîsayarê de wêneyên cenazeyan nîþanî malbatan dan. Malbatên wêne dîtin þoq bûn. Malbatan ji ber cenaze hatine perçekirin û þewitandin nekarîn teþhîs bikin.

'Serê 2 cenazeyan tuneye'

Bavê Endamê HPG'ê Oktay Çelîk Seyîthan Çelîk, dema ku ji morgê derket got "Serê 2 cenazeyan tuneye. Hinek cenaze jî hatine perçekirin. Di rewþeke wisa de nayên teþhîskirin." Biryarê Endamê HPG'ê Bereket Aþan Sevdîn Aþan jî got, "Cenaze perçe perçekirin e. Ji ber wê yekê min teþhîs nekir. Wehþetekî gelek mezin hatiye bikaranîn.

Malbatên endamên HPG'ê Abdurahman Enuþtekîn, Enver Akçay, Dervîþ Ozkan û Suna Ozdemîr ên ketin morgê jî cenaze teþhîs nekirin. Hate diyarkirin ku hinek malbata di wêneyan de cenaze teþhîs kirin lê piþtî berê xwe dan cenazeyan, cenaze teþhîs nekirin. Malbatên endamên HPG'ê jî bo teþhîsê dê xwînê jî bi testa DNA'yê bidin.

Hate zanîn ku malbata Endama HPG'ê Emîne Altun a þevê din hatin Meletiyê cenaze teþhîskirin û li benda karên fermî ne. Hate hînbûn ku malbata Endamê HPG'ê Sezar Arslan þevê din cenaze teþhîs kir û piþtî cenaze wergirtin ji bo li Mûþê defin bikin bi rê ketin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Jîngeha Kêde
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC