Girtiyên PKK û PAJK’ê bi zimanekî tund tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan þermezar kirin û girtiyan da znaîn ku dê hefteyekî dernekevin hevdîtinên vekirî û girtî. Girtiyan bangî gelê kurd û ciwanan kir û da zanîn ku Ocalan bi tunekirinê re rû bi rû hatiye hiþtin û wiha gotin: “Em agahî nagirin Rêbertiya me dijî an najî. Ji jiyana Rêbertiya me di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, CPT, DMME, Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistinên din berpirsyar in. Em wekî 8 hezar girtiyên PKK û PAJK’yî bang li saziyan dikin ku bila berpirsyariya xwe bînin cih.”
Girtiyên PKK û PAJK’ê der barê tecrîda giran ya le ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meþandin û êrîþên dewletê daxuyanî dan. Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyanî da û wiha got: “Tê xwestin ku Serokatiya me li Îþkencexaneya Îmraliyê gav bi gav bê tunekirin. Dewleta tirk bi awayekî hovane êrîþî gelê me, tevgerê rûmetê dike. Polîs, leþker, çapemenî û daraza AKP û dewletê û hemû partiyên siyasî li hember Têkoþîna Azadiyê bûne yek û polîtîkayeke nû ya qirkirinê xistine dewrê. Gelê me, ciwan û zarok hedef tên nîþandan û tên qetilkirin. Bi ser sazî û partiyên gelê kurd de digirin bê pirs û daraz tên binçavkirin û tên girtin. Di nava 2 salên dawî de 7 hezar kes hat girtin. Ji bo ku girtiyên nû re cih bê vekirin hevalên me diþînin Behra Reþ û Anatoliya Navîn û polîtîkayên rehînê dane destpêkirin.”
‘XWE TEVLÎ SERHILDANAN BIKIN’
Kaya diyar kir ku li dijî tecrîd û êrîþan dema çalakiyan e û wiha got: “Em li hemû qadên ku lê ne li hember nîjadperestî û înkarkeran bi hemû hêza xwe derkevin qadan. Em ji rejîma dijminê mirovahî û dijminê gelê kurd û jinê re nîþan bidin ku em van êrîþên hovane qebul nakin û em ê li ber xwe bidin. Em bi hemû hêza xwe ve xwe tevlî serhildanan bikin. Ji dost û dijmin re nîþan bidin ku jiyana bê Rêbertî û jiyana vîna azad nebe, em ê jiyanê heram bikin.”
Kaya bang li ciwan, malbat, hemû gelê kurd, þoreþger û demokratan kir ku bila li hember van êrîþan bêdeng nemînin û dabikevin qadan. Kaya wiha got: “Em bangî ciwanên Kurdistanê yên egîd dikin, teyrêbazên Rêber Apo dikin û vedixwînin çiyayên azad. Bila hemû gelê me li bajar ê metropolên ku lê dijîn li hember vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin.
Denîz Kaya bi zimanekî tund saziyên navneteweyî hiþyarkir û wiha got: “Em agahî nagirin Serokatiy me dijî an najî. Ji jiyana Serokatiya me di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Komîteya Pêþîlêgirtina Îþkenceyê (CPT), DMME, Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistinên din berpirsyar in. Em wekî 8 hezar girtiyên PKK û PAJK’î bangî saziyan dikin ku bila berpirsyariya xwe bînin cih.”
DERNAKEVIN HEVDÎTINAN
Denîz Kaya bi lêv kir ku êrîþên dewleta tirk þermezar dikin û dê li hember van êrîþan bêdeng nemînin û wiha got: “Ji bo ku em tecrîda li ser Rêbertiya me tê meþandin, polîtîkayên îmha û înkarê, terora binçavkirin û girtinê ku li dijî gelê me pêk tê þermezar bikin hefteyekî em dernakevin hevdîtinên vekirî û girtî.
Kaya daxwazên xwe wiha birêzkir;
1 – Tecrîda li ser ser Rêber Apo bi dawî bikin.
2 – Þertên Rêber Apo yên; tevgera azad, tendurîstî û þertên ewlehiyê bînin cih.
3 – Çekên kîmyewî ku li hemû cîhanê hatiye qedexekirin bi kar neynin û li gorî hiqûqa þer tevbigerin.
4 – Terora binçavkirin û girtinê ku li dijî sivîlan pêk tînin bi dawî bikin.
5 – Dev ji nêçîra sazî û parêzvanên mafên mirovan, rewþenbîr û nivîskaran berdin.
Kaya bi zimanekî tund hiþyarî da û diyarkir ku ger daxwazên wan neyên cih dê tu berpirsyartiyê qebul nekin û hiþktir bersivê bidin tecrîd û êrîþan. Kaya bangî malbat, gelê kurd û raya giþtî, rewþenbîr û hemû kesî kir ku bila ji bo bi cih hatina daxwaziyên wan piþtgiriyê bidin wan.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>