ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

17 Sermawez 2011 13:57
Jinan: Zimanê Serokwezîr dilê hemû jinan birîn kir



Jinan: Zimanê Serokwezîr dilê hemû jinan birîn kir Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li dijî jinên BDP'î yên ku bi kota û tevlêbûna siyasetê pêþengiya jinan dike kir hedef û êrîþa devkî pêk anî. Li dijî van gotinên Erdogan bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên jin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di mejiyê xwe de tîpekê çê dike û jinên li dijî vê çarçoveyê wan dike hedef û êrîþ dike.

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li dijî jinên BDP'î yên ku bi kota û tevlêbûna siyasetê pêþengiya jinan dike kir hedef û êrîþa devkî pêk anî. Li dijî van gotinên Erdogan bertek û nerazîbûn jî zêde bûn. Nûnerên jin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku di mejiyê xwe de tîpekê çê dike û jinên li dijî vê çarçoveyê wan dike hedef û êrîþ dike.

Piþtî ku Serokwezîr Erdogan parlementerên jin ên BDP'î kir hedefa xwe û êrîþ pêk anî, bertekên li dijî daxuyaniya Erdogan her ku diçe zêde dibe. Jinan xwest Erdogan li þekl û teþeyên xwe binere. Seroka Þaxa Karkerên Sendikaya Konûtan a Genel Îþ'ê Nebile Irmak, diyar kir ku kesekî di Geliyê Tiyarê de li dijî endamên HPG'ê çekên kîmyewî bikar bîne çawa dibe ku ji jinan re bêje dilkevir.

'Bila destê xwe dîne ser wîjdanê xwe'

Irmak, anî ziman ku gotina "Dilkevir" gotinek pir xerab û giran e û wiha got: "Ya rast Serokwezîr Erdogan bi xwe dilkevir e. Li dijî çekên kimyewî, bombeyên gazê û kuþtinan çavê xwe digire. Ev ne pêkaninên mirovahî ne. Kesê li hemberî van pêkanînan bêdeng bimîn kes ji gotinê wî bawer nake. Ji roja Serokwezir Erdogan bû serokomar û þûnde êrîþî her kesî kir. Ez êdî bawer dikim ku Serokwezîr Erdogan li dijî jinan e. Ez dixwazim Erdogan destê xwe dîne ser wîjdanê xwe û rastiyê bibîne. Dê bibîne ku yê di rastiyê de dilkevir ew bi xwe ye.

'Siya siyaseta zilam e'

Aktîvîsta Jinan Prz. Hulya Gulbahar, jî helwesta parlementera AKP'î Ayþenur Bahçekapili ya li hemberî jinên BDP'î rexne kir. Gulbalar, anî ziman ku di siyasetê de divê jin siyaseta zilam qebûl nekin û jinên ku li hemberî siyaseta zilam bêdeng dimînin û feraseta serdestiya zilam rexne nakin jî nayê qebûl kirin. Lê em dibînin ku jinên di nava siyaseta pergalêde cih digire, li hemberî vê siyasetê bêdeng dimînin û siyaseta zilam diþopînin."

'Jin bi polîtîkayên þer dimirin'

Endama Kolektîfa Jinên Sosyalist Fîlîz Karakuþ, jî anî ziman ku ev gotinên Erdogan polîtîkayên þer in û jin ji ber polîtîkayên þer tên kuþtin û wiha got: "Erdogan dixwaze bi van gotinan hêza jinan perçe bike. Dixwaze dayikan ji hev qut bike. Êþa dayika Mensur Guzel Sitî û êþa dayikek din yek e. Divê êþ ji hev neyen cudakirin."

'Bertekên Erdogan ji ber ku jin li gorî daxaza Erdogan tev nagerin e'

Seroka Komeleya KA.DER'ê Çîgdem Aydin jî bertekên xwe yên li dijî gotina Serokwezîr erdoga anî ziman û destnîþan kir ku ji ber jin li gorî daxwaza Serokwezîr tev nagerin, Erdogan bertekan nîþan dide. Aydin, da zanîn ku jinên li gorî ferman û daxwaza Erdogan tev nagerin dibin hedefa Erdogan. Aydin, destnîþan kir ku Jinên BDP'î bi dengên gelê kurd bûne parlementer û ji ber vê yekê li gelê xwe xwedî derdikevin. Ev neheqiyên li jinên kurd hatin kirin li gelê kurd tên kirin. Ev yek nayê qebûl kirin. Bi qazî Erdogan medya jî berpirsiyar e."

'Dilê hemû jinan birîn kir'

Aydin, destnîþan kir ku ev daxuyaniya Serokwezîr Erdogan dilê hemû jinan birîn kir û bi vê gotinê hemû jinên têkoþer û aþtîexwaz kirine hedefa xwe.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Jîn
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC