ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Rebéndan 2012 20:40
Jinên Cizîrî daxwaza azadiya Ocalan kirin



Jinên Cizîrî daxwaza azadiya Ocalan kirin Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 185. de ye.. Jinên Kurd ji bo þermezarkirina tecrîda li Îmraliyê çalakiyên girseyî lidardixin.. Mîtînga pêþî îro li Cizîra Botan pê
Foto Gallari.

Mîtîngên bi slogana "Ji Ocalan re azadî-Ji qirkirina siyasî re na' ên ji aliyê Tevgera Jina Azad a Demokratîk vê tên organîzekirin dewam dikin...

Li navçeya Þirnexê Cizîrê jî mîtîngeke girseyî hate lidarxistin...

Jinên Cizîrî bi reng û sloganên xwe tevlî mîtîngê bûn...

Di mîtînga li ber avahiya Rêxistina BDP'ê de pankarta li ser 'Ji bo paþeroj û hebûna me, muzakere û azadî' nivîsandî hate vekirin...

Li Qada mîtîngê ala kesk, sor û zer a 20 metroyî hate vekirin û jinan bi tîllîliyên xwe qada mîtîngê germ kirin...

Mîtîng bi rêzgirtinê destpê kir û bi axaftina endama Meclîsa Jinê Meryem Yapar ve dewam kir...

Piþtre Seroka Rêxistina BDPê Nîmet Aþut û Þaredara Nisêbinê Eyþe Gokkan axivîn....

Parlementera Amedê Nursel Aydogan jinên berxwedêr yên Botanê silav kir û det bi axaftinê kir.

Aydogan wiha got:

"Di pêþenigiya jina kurd a bi navê Berîvan de berxwedan pêl bi pêl li Kurdistanê belav bû, û berxwedana jina kurd ji bo cîhanê bû mînak"

Aydogan behsa operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê Kurd kir û li dijî êrîþên li ser televîzyona me Roj Tv jî nerazîbûn nîþan da.

Parlementer Aydogan li dijî tecrîda li Îmraliyê jî nerazîbûn nîþan da û got:

"êdî ji bo astengkirina hevdîtinan derew neman, vê carê bi qenûnan dixwazin tecrîdê giran bikin.Eger hûn aþtiyê dixwazin, werin qenûna tecrîdê ji holê rakin...

Aydogan bang li hikumeta AKP'ê kir da ku dev ji siyaseta þantajê berde...

Piþtî axaftinan, Koma Dengê Jiniên Azad û Koma Muzîkê ya Navenda Çandê ya Laleþ a Sîlopiyayê derketin ser dike...

Komên muzikê ji bo Roj Tv jî stranek gotin...

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC