Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinên wargehê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK'ê, KJB'ê û bi wêneyên jinên ku rastî þîddetê hatine li ber deriyê Þaredariya Mexmûrê kom bûn. Piþtî kombûnê jin heta Mexmûra Soran meþiyan. Meþ bi dirûþmeyan berdewam kir. Di meþê de belavokên bi zaraveyê Soranî ku têde behsa girîngiya 25'ê Mijdarê û di heman demê de behsa têkoþîna têkildarî vê dihat kirin, li jinên Mexmûra Soran hatin belav kirin. Meþ ji aliyê þêniyên Mexmûra Soran ve rastî eleqeyeke mezin hat. Jinan bi tilîlî û dirûþmeyan meþvan pêþwazî kirin.
Daxuyaniya bi sergotara. "Ji Qirkirina Jinê ra", ji aliyê Seroka Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Selamet Erdogan ve hat xwendin. Erdogan, anî ziman ku ew di sedsala 21'an de ne, lê careke din di nav çalakiyên parastina maf, jiyan, mejî û bedena xwe de ne û wiha got: "Ji ber ku em jin, hîn ji mafên xwe bêpar in. Em hatine bêpar kirin. Li hember kiryarên li dijî jinê di nav Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê PAJK'ê de pêngavên pir girîng hatine sazkirin û berdewam kirin. Em jin felsefeya jiyane ya mirovê azad Rêber Abdullah Ocalan ku dibêje: 'nêzîkatiya jinê di asta nêzîkatiya þoreke çandî de girtina dest a herî rast e. Divê jin ruh, beden û zanebûna xwe bi helwesta xwedawendekê biparêzin. Ez bang li jinan dikim: Jin dikarin bi zanebûna cewherî û vîna bihêz xwe biparêzin.' Em van gotinên Rêberê xwe dikin ronahiya jiyana xwe û di vê rojê de hemû kiryarên þîddeta li ser jinê þermezar, mehkûm û lanet dikin. Li hemberî van êrîþ û tunekirinan bi sedema 25'ê Mijdarê em careke din soza derbaskirina van pêkanîn, kiryar û êriþên nû dikin. Li hember þîddet, destavêtin, lêdan, qirkirin, kuþtin, tecrîdkirina jinan em hemû jinên azadîxwaz û têkoþêr dawetî doza têkoþînê dikin."
Piþtî daxuyaniyê meþ bi dirûþmeyên: "Bijî Mirovê Azad Rêhevalên Jinan Rêber Abdullah Ocalan", "Bijî Yekîtiya Jinan", "Ji Her Awayên Qirkirina Jinan re Na", "Bimire Zilm, Zordarî, Destavêtin, Lêdan û Her Cureyên Qirkirinê."
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>