Li Colemêrgê tacîza polîsan a di dema serdegirtinên malan de li bajar bi meþeke hate þermezarkirin. Jinên ku li navenda bajar meþiyan hiþyariya "Polîsên AKP'ê destên xwe ji jin û zarokên me bikiþînin."
Li Colemêrgê li dijî tacîza polîsan a di dema serdegirtinên malan de nerazîbûn didomin. Ji bo þermezarkirina bûyerê li Konê Çareseriya Demokratîk bi sedan jinên colemêrgî kom bûn û bi pankarta "Waliyê AKP'ê tehamula me li dijî tacîz, îþkence û girtinan nemaye" ve heta þer þaredariyê meþiyan. Li ser navê jinan endama Meclîsa Jinan a BDP'ê Gulbeyaz Pala daxuyanî xwend. Pala daxuyand ku AKP dijminê jinan e û bi giþtî li dijî gelê kurd bi taybetî jî li dijî jinên kurd dijminatiyê dike. Pala diyar kir ku di demên dawî da polîs di serdegirtinên malan de jinan tacîz dike û ev bêexlaqî þermezar kir.
Pala wiha berdewam kir: "Bi destên AKP'ê li Kurdistanê polîs êrîþî gel dikin. Li dijî jinan kurd nêzîkatiyê bêxlaqî dikin û tehamelê nahêlin. Jinên ku bi salan e rastî tacîz û þîdeta dewletê tê îro jî rastî tacîz û þîdeta AKP'ê tê. Li gel bêexlaqiyên AKP'ê gelê kurd dîsa jî aþtiyê dixwaze. Jinên kurd êdî dixwazin ev þer bidawî bibe. Em wekî jin êdî qabûl nain ku zarokên me ji aliyê dewletê ve bê kuþtin."
Pala herî dawî bang li hikûmetê kir û wiha got: "Banga me ji bo AKP'ê û dewletê ew e ku di pêvajoya bêçalakîtiyê de divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re rûnê û muzakereyê pêk bîne. Heke ev yek neyê kirin ji bo aþtiyê êdî baweriya me dê nemîne. Ji ber vê yekê em tacîz û îþkenceyên polîsan ên li Colemêrge þeremazr dikin û em dibêjin ku destên xwe ji zarok û jinên me bikiþînin."
Piþtî daxuyaniya hate kirin jin bi tîlîliyan 5 deqîqe çalakiya rûniþtinê li dar xistin û bi meþê careke din çûn Konê Çareseriya Demokratîk.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>