Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) 6'emîn Komcivîna xwe ya asayi bi beþdariya 800 delegeyî pêk anî. KCD'e piþtî komcivînê encamnameya civînê bi civîna çapeeniyê aþkere kir. Li ser KCD'ê Hevseroka Giþtî ya KCD'ê Aysel Tugluk encama komcivînê xwend. Tugluk, anî ziman ku li welatên Rojhilata Navîn li dijî rejima desthilatdar têkoþînek daye destpêkirin û li Tirkiyeyê jî gel li dijî polîtîkayên AKP'ê bertekên xwe zêde dikin. Tugluk, anî ziman ku 10 salên desthilatdariyê beramberî 80 salên komarê ye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê bang li hikûmeta Mubarek, hikûmeta Kaddafî û hikûmeta Esad kir ku guh bide dengê gel. Lê Erdogan bi polîtîkayên tepisandin, binçavkirin, girtin û komkujiyan li dijî daxwazên gelê kurd tevgeriya. Hikumeta AKP'ê li dijî daxwazên gelê kurd ji Mubarek, Kaddafî û Esad cudatir tu polîtîka nemeþandin. Heman polîtîkayên þîdet û zextan li dijî gelê kurd meþandin. Heya niha zêdehî 6 hezar siyasetmedarên kurd ên siyaseta legal kirin hatin girtin. 140 þaredar, endamên meclîsa þardariyê û giþtî hatin girtin. Parêzer hatin girtin. Xwendekar, rojnameger, rewþenbîr û bi kurtasî hemû derdorên muxalîf hatin girtin û rastî gefên girtinê tên. Ev pêkanîn nîþan dide ku hikûmeta AKP'ê þuna wesayeta leþkerî wesayeta xwe ya siyasî avakir. Hikûmeta AKP'ê bi komkujiya Roboskê helwesta xwe ya komkujî nîþan da. Em bi dengekî bilind dixwazin bêjin kû çawa Çîller encam negirt hûn jî encamê nagirin. Em dixwazin hikûmet û raya giþtî ya demokratîk vê yekê bizane. Hemû delegeyên Kongreya Civaka Demokratîk raman û çalakiyên siyasetmedarên kurd ên hatin girtin û niha tên darizandin di pejirîne û tevlî wan dibe. Em heman ramanan pêktînin û dê di heman rê de berdevam bikin.
'6 hezar siyasetmedarên kurd girtî ne'
Tugluk, anî ziman ku di pêvajoya dawî de li ser navê "KCK'ê" tenê di qada legel de 6 hezar siyasetmedarên kurd hatine girtin û 140 hilbijêr þaredar hatine girtin û wiha axivî: "Hemû pêkanîn piþtî ku hikûmetê fermana leþkerî pêk anî pêk hat. Di komkujiya li Roboskiyê de bi ser gel de bombe barandin û gel qetil kir. Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin çawa Çîller bi ser neket tu jî bi ser nakeve. Heta niha me çi sûc kiribe em dê ji niha û þûnde jî sûcên kuþtî, girtî û siyasetmedarên tên darizandin berdewam bikin."
'Em qet li hemberî zilmê serî natewînin'
Tugluk, bilêv kir ku hikûmeta AKP'ê bi pêkanînên dewleta polîs dixwaze hilbijêrên kurd û gel ji hev qut bike û tevgera gelê kurd perçe bike û wiha berdewam kir: "Em qet li hemberî zilm û zordariyê serî natewînin. Bila her kes baþ zanibe ku gelê kurd êdî ders ji dîrokê derxistiye û tu cari li hemberî van polîtîkan têk naçe. Çawa ku ev polîtîka di salên 90'î de vala derketin dê ji niha û þûnde jî ev polîtika vala derkevin. Li hemberî van polîtîkayên înkar û îmhayê gelê kurd dê di ber xwe bide û têkoþîna berxwedanê pêþ bixe. "
'Ji bo gelê kurd Þeyh Said, Seyit Riza çibe Brêz Ocalan jî heman kes e'
Tugluk, destnîþan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd pir girîng e û wiha berdewam kir: "Tecrîda li ser Brêz Ocalan tê meþandin niha dixwazin bikin zagon. Biha her kes baþ zanibe ku gelê kurd û nûnerên gelê kurd tu carî piþta xwe nade nirxên xwe û îxanetê bi nirxên xwe re nake. Ji bo gelê kurd Þeyh Saîd, Seyît Riza, Melle Mustafa, Qadî Muhammed çibe Brêz Ocalan jî ew e. Kesên difikirin ku dê tecrîd bi ser bikeve xwe dixapînin. Bila her kes baþ zanibe ku 12 salin li Îmralî tecrîd bi ser neket ji niha û þûnde jî bi ser nakeve. Brêz Ocalan dixwaze pirsgireka kurd bi rêya aþtî û demokrasiyê çareser bibe. Polîtîkayên tecrîd û asîmîlasyonê çareseriyê dixetimînin. Ji ber vê yekê em dixwazin dîsa pirsgirêk bi diyalog û muzakereyan çareser bibe. Divê muzakere ji nûve dest pê bikin. Ji bo aþtî û demokrasî bi ser bikeve divê Ocalan û gelê kurd karibe serbest û azad siyasetê bike. "
'Kurd polîtîkayên bêzimanî, nasnameyi û bê statuyê red dike
Tugluk, da zanîn ku êdî gelê kurd jî dixwaze wekî hemû neteweyên cîhanê xwedî nasname, ziman, çand, dîrok û statu bijî û êdî bê statu û bê nasnametiyê red dike. Tugluk, bilêv kir ku êdî ev makeqanûna 12'ê îlonê pirsgireka çarese nake û xwest di makeqanûna nû de hemû mafê gelê kurd ê nasname, ziman, çand, statu û neteweyî bê parastin û wiha dawî li axaftna xwe anî. "Daxwaza me di nava wekhevî, aþtî û yekîtiyê de Tirkiyeyek demokratîk e. Xweseriya Kurdistan e. Em Xweseriyê ji bo hemû Tirkiyeyê pêþ niyar dikin. Êdî divê hemû gelê kurd, nivîskar, rewþenbir, karsaz, karmend, karker, çotkar, mamoste, jin ciwan zarok û hemû beþên gelê kurd divê li dijî van polîtîkayên înkarê rabin ser piyan û tekoþîna berxwedanê pêþ bixin. Roj roja berxwedanê ye.
DÎHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>