ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

28 Rebéndan 2012 12:12
Kampanya Milyonek Îmze dewam dike



Kampanya Milyonek Îmze dewam dike Kampanya "Derxistina Baragehên Leþkerên Tirk a Herêma Federal a Kurdistanê" fireh dibe. Hevserokên KCD, BDP'ê, KNK'ê û gelek nivîskaran jî piþtgiriya xwe anîn ziman. Siyasetmedaran xwest barageh ji herêmê bên derxistin.

Piþtgirîya kampanyaya ji bo Derxistina Baragehên Leþkerên Tirk a Herêma Federal a Kurdistanê her ku diçe zede dibe. Serokê Kongreya Netewa Kurdistan (KNK) Tahîr Kemalîzade, Hewserokên Koma Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tûgluk û Ahmet Turk, Hewserokên Partîya Aþtî û Demokrasîyê (BDP) Selahaddîn Demîrtaþ û Gultan Kiþanak, Endamê Revebiriya Navêndî ye BDP Mehdî Perinçêk û Endamê Konseya Revebiriya KNK Medenî Ferho ji di navde hemû parlamenterên kurd û gelek endam û revebirên rexistinên kurd ên Tirkiyeyê îmze avêtin kampanyayê. Gowara Hawdem û Civanên Welatparêz a Herêma Federal a Kurdistanê der barê kampanyayê de daxûyanîyek nivîskî da. Di daxûyanîye de wiha hat gotin. “Ev piþtgirîya nûnêr û hiljbijartîyen Bakûrê Kurdistan hest û mejîya neteweyî ya gelê kurd carekê din li beramberê dagirkerên Kurdistan dayê nîþan. Em hêvî dikin ku hemû nûner û hilbijartîyen kurdan ya her çar parçeyên Kurdistan xwedî mejû û hesta neteweyî ya Kurdistan derkevîn."

Gowara Hawdem cih da nerînên siyasetmedarên kurd û wiha nivîsî:

Serokê KNK Tahîr Kemalîzade di derbarê kampanyayê de peyamek þand û diyar kir ku kampanya di wê peþwêçûnê de ji bo berjêwendîya neteweya kurd giringê. Kemalîzade, anî ziman ku wekî KNK dixwazin di serî de hemû nûner û hilbijartîyen kurd hemû gele kurd li dijî wan hewldanên dagirkerî bedeng nemînin."


Kowarê da zanîn ku Hewserokê Giþtî BDP Selahaddîn Demîrtaþ jî peyamek ji bo kampanyayê þandiye û wiha nivîsî: "Tu wateya mayina baregehên dewleta tirk tune. Hebûna baregehên leþkêrî ya dewleta tirk ji bo berjevêndiya kurdan nine.

Gowarê, cih da nerinên Hewseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî wiha got: "Ji bo derxistina baregehên serbazî ya dewleta tirk çi bikeve ser mile wan ye bikin. Endamê Revebirî ya Navendî ya BDP Mehdî Perînçek jî xwest demek zûtirîn ev baregehên dewleta tirk ji Herêma Kurdistan bên derxistin."

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC