Karkerê înþatê Hamît Onur ê ku ji ber sabiqaya wî heye ji aliyê þirket bi navê Artaþ A.Þ. ve serlêdana wî ya kar hate redkirin, li dijî pêkanîn îsyan kir. Onur, diyar kir ku ji ber di sala 2006'an tevlî daxuyaniyekê bû der heqê wî de lêpirsîn hate vekirin û ceza pere girtibû. Onur, anî ziman ku niha jî bi heman hincetê ew tên cezakirin.
Onur, di sala 2006'an de li Amedê tevlî daxuyaniyekê bû û ji ber slogan berz kir der heqê wî de doz hate vekirin û di encama dozê de salek ceza girt. Lê cezayê Onur vegêrandin cezayê pere. Onur, cezayê vegêrandin pere da û li Amedê ji xwe re karkeriya înþatê dikir. Lê ji ber ku li herêmê kar tuneye betal ma. Onur, anî ziman ku ji ber pêvajoya pevçûnan li herêmê kar tuneye û ji bo bi cem xizmên xwe bixebite hate Stenbolê.
'Niha ez têm cezakirin'
Onur, hefteya borî malbat xwe li Amedê hiþt û hate Stenbolê ji bo kar serî li þirketa Artaþ A.Þ. da lê bi hinceta sabikaya wî heye serlêdana wî ya kar hate redkirin. Onur, ji ber vê yekê îsyan kir û wiha got: "Ez niha ji ber cezayê sala 2006'an têm cezakirin. Ev çi adalet e? Min di sala 2006'an de ceza girt û piþt re cezayê min vergêrandin pere. Min cezayê xwe da. Lê hêj ji ber wek sabika tê dîtin ez wekî sûcdar têm dîtin. Ji xwe ez niha têm cezakirin."
Þertên jiyanê gelek giran in
Onur, da zanîn ku piþtî þîrtekê bersiva wî red kir ew ji þîrketê avêtin û wiha got: "Xizmên min dizanîn ez nû ji otobusê hatim xwarê û birçîbûm. Ez bi vê rewþê ji avahiyê avêtim. Gelo mafê wan ê vê yekê heye?" Onur, bilêv kir ku li Bagcilarê di bin mizgeftekê de di odeyeke înþatê de dimîn e.
Îdîaya ji ber navên zarokan ew nehilgirtin kar
Onur, destnîþan kir ku ew ji ber navên zarokên wî yên Leyla Zana, Berîtan û Arjîn nehilgirtin ka û wiha axivî: "Serokwezîr hewildan hewildan dibêje. Di hewildana wî de ji bo kurdan birçîbûn, xizanî û betalî derket. Li gel vê yekê cudkariyê jî dike. Ji xwe em di saziyên dewletê de kar peyda nakin. Di þirketên taybet te jî em rastî cudakariyê tên. Hewildana Serokwezîr ev e?" Onur, diyar kir ku li herêmê derfetên kar tunene û ji bo debara malbata xwe bike hate Stenbolê.
Rayedarên þîrtekê bêdeng in
Rayedarên þîrketê jî têkildarî îdîayan de diyar kirin ku ew dê têkildarî mijarê de lêkolînan bikin. Rayedarekî got "Em dê lêkolînan bikin û di nav rojê de li we vegerin" lê piþt re rayedarên þirketê tu agahî nedan û bersiva telefonan jî nedan.
DIHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>