ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

29 Rebéndan 2012 17:07
Kiþanak: Gelê kurd bi hebûn û tinebûnê bi Ocalan ve girêdayî ye!



Kiþanak: Gelê kurd bi hebûn û tinebûnê bi Ocalan ve girêdayî ye! Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Gultan Kiþanak di mîtînga "Ji Ocalan re azadî, ji komkujiya siyasî re na" a li Mêrsînê pêk hat de diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoþînek xurt meþand û beton perçe kir û wiha got: "Li derve jî gelê kurd azadiya Brêz Ocalan dixwaze. Girêdana gelê kurd û Birêz Ocalan bi qasî hebûn û tunebûna jiyanê xurt bi hev girêdayî ye. Têkoþîna gelê kurd afirand û rakir ser piyan Brêz Ocalan e. Em Brêz Ocalan wekî Rêberê xwe qebûl dikin."

Li Mêrsînê mitînga di pêþengiya DOKH'ê ya di çarçoveya kampanyaya "Ji Ocalan re azadî ji komkujiya siyasî re na" bi êrîþa polîsan dest pê kir. Di destpêka mîtîngê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî jinan kir û gelek jin ketin bin bandora bombeyên gazê. Jinên li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Akdenîzê kom bûn hêj mitîngê dest pê nekir rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Ji ber bombeyên gazê gelek jin ji ser hiþên xwe çûn û heya niha 2 kes ji aliyê polîsan ve hatin darpkirin û piþt re jî hatin binçavkirin. Piþtî Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Gultan Kiþanak û Parlementera BDP'ê Pervîn Buldan hatin qada mîtîngê û bi polîsan re hevdîtin pêk anîn, bûyer bi dawî bû. Li qada mîtîngê ala PKK'ê bi avahiya 3 watî de dakirin. Piþtî vê alê polîsan mudaxale kir û 2 jin rastî lêdanê hatin. Di encama muaxaleya polîsan de welatiyek 60 salî birîndar bû û rakirin nexweþxwaneyê. Beriya mîtîngê di mudaxaleya polîsan de xebatkarê NÇM'ê jî rastî lêdana polîsan hat. Polîsên ku êrîþî derdorê kir, deriyên dikan û malan þikandin û bombeyên gazê avêtin hundirê malan.

Piþtî Hevseroka BDP'ê Gultan Kiþanak û parlementerên BDP'e hatin qada mîtîngê û hevdîtin pêk anîn, mîtîngê dest pê kir. Piþtî Kiþanak û BDP'î hatin qada mîtîngê girse dîsa kom bûn û tev li mîtîngê bûn. Girsê di mîtîengê de bê navber dirûþmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin.

'Muhatab Brêz Ocalan e'

Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aþan axaftina vekirinê kir û êrîþa polîsan þermezar kir. Aþan, anî ziman ku êdî her kes dibîne ku li hemberî vê biryara me ne tanq û ne top dikarin xwe bigirin û gel li doza xwe xwedî derdikeve. Aþan, anî ziman ku li qadan daxwazên xwe tînin ziman û wiha got: "Em dê li her qadê bêjin Ji Brêz Ocalan re azadî. Li vir careke din hate dîtin ku AKP'ê li Mêrsînê zulma li ser gelê kurd xurt kiriye."

'Em Ocalan wekî rêber qebûl dikin'

Piþt re Hevseroka Giþtî ya BDP'ê Gultan Kýþanak derket ser dîkê û bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzar nakin" hate pêþwazîkirin. Kiþanak, gotina Serokwezîr Erdogan a "Kesên dest dirêjî sivîlan dikin dîktator in" bi birxist û pirsa "Gelo kesên li vir sîvîl nîn in?" ji Erdogan kir. Kiþanak, diyar kir ku li vî welatî dayîkan zarokên xwe winda kirin hêviyha aþtiyê winda nekirine û wiha got: "Faþîzma AKP'ê li vir e. Ji gotin û sloganên me ditirsin. Em dê hezaran caran sloganan berz bikin. Em dê li qadan bi qêrîn. Em Birêz Ocalan ê gelê kurd ji nû ve afirand û hebûna wî nîþanî hemû cîhanê da wekî Rêber qebûl dikin. Hûn dê vê rastî bi kîjan tiþtî biguherîn? 30 salin hemû cureyên zilmê kirin. Hemû tank û topên xwe bi ser me da nîn. Ev gel têkneçû û têknaçe."

'Bê Serok jiyan na be'

Kiþanak, anî ziman ku li Agiriyê gorekî temsîlî çêkirin û beton li ser rijandin û li ser nivîsîn "Kurdistana xeyalî li vir veþartiyê" û wiha axivî: "Yanî dibêjin em gelê kurd xilas kir. Êdî li vir dirazê. Lê Birêz Ocalan berxwedanekî wisa nîþan da beton perçe perçe kir. Gelê kurd li qadan azadiya xwe dixwaze. Ji ber wê yêkê têkiliya di navbera gelê kurd û Ocalan de wekî hebûn û tunebûnê bi hêz e. Em bi nasnameya xwe li hev anîn. Kurdîtî êdî bi qîmet e. Li vî welatî em þerim dikir ku em bêjin 'Em kurd in' Em ditirsa me digot dê tiþte bi serê me bê. Lê îro li çar aliyên cîhanê em bi kurdîtiya xwe serbilind û bi nasmaneya xwe dijîn. Serê me bilind e. Ji ber vê yekê em dibêjin Bê Serok jiyan na be!"

'Têkoþîna gel bi Ocalan re wekehevîbûn'

Kiþanak, da zanîn ku berxwedana gelê kurd bi Ocalan re wekehevbû û li her alî wekî hev têkoþîn tê meþandin û wiha pê de çû: "Birêz Ocalan 11 salan bi tena serê xwe di hucreyê de berxwe da û têkoþîna gelê kurd a aþtî û azadiyê temsîl kir. Heke aþtî çêbibe dê bi hevdîtin û diyaloga bi Birêz Ocalan re çêbibe."

Piþtî axaftinan mitîng bi guhdariya muzîkê bi dawî bû.

DÎHA

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC