ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

31 Rebéndan 2012 15:02
Kujerê nû yê xwezayê 3'emîn pakêta darazê ye



Kujerê nû yê xwezayê 3'emîn pakêta darazê ye Parêzerên ku dikevin dozên têkilî xwezayê, diyar dikin ku bi 3'emîn pakêta darazê ku li bendê bû dê di darazê de guhertinên mezin pêk bîne, pirsgirêkên mezin bêne jiyandin. Endamê Platforma Biratiya Newalan Mehmet Gurkan da zanîn ku Derelerin li hembêrî rastiyên jiyanê divê kes ne li bendê be ku em ê dest ji têkoþînê berdin, di têkoþînê de gavên paþ biavêjin. Gurkan, "Em ê li hemberî van pêkanînên bêhiqûqî û hesabên rantê xwedî li xweza, çand, ax, av, dîrok û têkiliyên civakî derbikevin.

Li hemberî 3'emîn Pakêta Darazê ku dihat gotin ku dê barê darazê sivik bike û darazê bi leztir bike, ji ber xala di nava pakêtê ya wekî "Mertala rawestandina meriyetê" tê binavkirin û dê li ser dozan bandora Dadgeha Þêwiriyê (Daniþtay) rabike, bertekên tund têne nîþandan. Parêzerên ku dozên têkilî xwezayê diþopînin û hawirparêzan diyar dikin ku bi vê pêkanînê dê li ser dozên têkilî xwezayê de bandora Dadgeha Þêwiriyê rabe û dê pêþiya talana xwezayê vebe. Parêzer Yakup Okumuþoglu ku dozên têkilî xwezayê diþopîne, derbirî ku beriya vê pakêtê di Pêþnûmeya Qanûna Parastina Xwezayê de jî ji bo heman encamê bigirin xalekî nixûmî hatibû bi cîh kirin û wiha got: " Tiþtê ku berê wekî nixûmî dixwastin bikin, niha bi Qanûna Þeweya Darazdina Îdarî bi eþkere tê kirin. Bi vê guhertinê fonksiyona darazê diqede. Êdî ji bo rawestandina meriyetê doz bê vekirin jî heta parastina îdareyê neyê dadgeh nikare biryara rawestandina meriyetê bide. Mînak di avakirina HES'an rûxandin bi destpêka înþaatê dest pê dike, heta dadgeh biryara rawestandina meriyetê bide dê zirarên ku berdêla wê tune ye derkeve holê. Piþtî ku newal bên wêrankirin tu xêra biryara rawestandina meriyetê jî namîne. Bi vê yekê jî ev dozên ku têne vekirin êdî encamên ku jê têne hêvîkirin dernaxe holê, pêþiya wêrankirinê nagire."

'Heke pere hebe tiþtên din ne girîng e'

Okumuþoglu, diyar kir ku bi vê vesazkirinê fêdeya ku bi dozên xwezayê têne bi destxistin dê ji holê rabe û bi vê jî êdî 'mafê xwezayê' ku di xala 56'emîn Destûra Bîngehîn de cîh digire êdî kes nikare bikar bîne. Okumuþoglu, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karên xelet ên ku têne kirin hene. Hiqûq, zanist vê yekê dibînin, di biryarên xwe de vê dibêjin. Di vê qonaxê de bi vesazkirina derfetên ku pêþî lê girtina karên xelet bê girtin, ji holê radibe. Ji ber vê jî em bawer in ku dê encama vê zagonê pir xeternak derkeve holê.Lê ez bawer nakim ku kesên van zagonan derdixin vê yekê bifikirî be. Mixabin di roja me ya îro de ferasetekî mîna 'pere hebe tiþtên din ne girîng e' heye. Ji bo kesên xwediyê vê ferasetê parastina warên jiyanê, mafê welatiyan ên xwezayê, mafê jiyanê ya zindîwaran, peymanên navneteweyî ne girîng e. "

'Baweriya bi hiqûqê namîne'

Okumuþoglu, bilêv kir ku 3'emîn Pakêta Darazê di dozên xwezayê de dawî li hiqûqê tîne. Okumuþoglu, da zanîn ku di dozên bi vî rengî heta parastina îdareyan bê dê demekî pir dirêj derbas bibe. Okumuþoglu wiha got: "Piþtî ku we ji bo wêrankirina xwezayê demê bidin, êdî hûn biryara rawestandina meriyetê jî derxînin kêrî tiþtekî nayê. Bi vê yekî jî welatiyan êdî dê nikaribin mafên xwe yên xwezayê biparêzin. Heke mafekî bi riya hiqûqê nikaribe bê parastin dê di wê qonaxê de baweriya bi hiqûqê namîne."

Parêzer Emre Baturay Altinok jî diyar kir ku di mijara HES'an de biryara rawestandina meriyetê ku dadgehên îdareyê didin pir girîng e. Altinok, da zanîn ku vesazkirina ku hatiye amadekirin di xala 24'emîn a Qanûna Dadgeha Þêwiriyê tê kirin û wiha axivî: "Di vê guhertinê de ji bo dozên xwezayê pirsgirêk heye. Bi guhertina xala 24'emîn tê gotin ku bila dozên têkilî kirarên vesazkirinên wezaretan li dadgehên îdarî bê dîtin. Nemaze dê di plansaziyên îmarê de pirsgirêkên mezin bê jiyandin. Mînak dê wezaret ji bo Pira 3'emîn a li Stenbolê plansaziyek çêbike. Berê bûya me yê ji bo îtirazê serî li Dadgeha Þêwiriyê bidana, lê ev dê neyê kirin. Êdî biryarê dê ne dadgerên pispor, 3 dadgerên ku li dadgehên îdareyê de peywirdar in bidin. Bi vê yekî jî qontrola hiqûqî bi xala 2'emîn tê sistkirin. Bi kurtasî xala 2'emîn dê bibe kujerê xwezayê."

'Em dê nobeta xwe berdewam bikin'

Serokê Rêveberiya Platforma Biratiya Çeman (DEKAP) Mehmet Gurkan anî ziman ku hikûmetê berê jî li ser wêrankirina xwezayê û zagon û rêziknameyên ku xwezayê pêþkêþî þîrketan dike guhertibûn û wiha got: "Di pêþnûmeyað Zagona Parastina Cureyiyen Biyolojîk û Tebîetê" de xwest derdorporêzan asteng bikin û rê li pêþiya wêraniya xwezayê vekin. Bi zagonna rê li pêþiya wêrankirina xwezayê vedikin. Li aliylê din tekoþîna ji boparastina xwezayê bi zagonan asteng dikin. Lê em dê dêkoþîna xwe berdewam bikin û li xweza û ekolojiyê xwedî derkevin."

DIHA

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC