ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

25 Rebéndan 2012 20:14
Kurdistanî li dijî tecrîd û komployê wê 18 rojan bimeþin



Kurdistanî li dijî tecrîd û komployê wê 18 rojan bimeþin Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, meþek dirêj lidardixin.. Nûnerên Rêxistinên Kurdan, Rojnamevan û akademîsyen jî di navê de, bi sedan kes, wê ji Cenevrê heya Strasbûrgê bimeþin.

Kurdistaniyên li Ewrupayê îsal Komploya Navneteweyî bi çalakiyek mezin protesto dikin..

Çalakiya bi silogana 'Ji Ocalan re Azadî, ji bo Kurdistanê statûyeke Siyasî ', wê 31ê Çile li bajarê Swîsre Cenevreyê ji ber nûnertiya Netewên Yekbûyî despê bike û 18 rojan dewam bike..

Meþa 400 km, ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd KON-KÛRDê ve tê organîzekirin.

Meþ wê 18ê Sibatê li bajarê Fransa Starbourgê ku Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêþîgirtina li Êþkenceyê CPT lêne, bi dawî bibe.

Serokê KON-KURDê Îsmet Kem, Serokê Federasyona Komelyên Elmanyayê YEK-KOMêYuksel Koç, ji Rêveberên YEK-KOMê Abdûllah Efe, Bahattîn Dogan, Parêzer Mahmût Þakar, Nivîskar Guney Aslan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar, siyasetvan, rojnamevan û hunermendên weke Seyîdxan, Ahmet Kahraman, Feleknas Ûca, Teslîm Tore û Mahîr Sayin jî wê tevlî meþê dibin.

Ji Tevgera Jinên Kurd û Nûnerên Saziyên Sivîl jî gelek kes wê di meþê de cih bigirin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Polîtîka
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC