ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

14 Kewçér 2011 15:50
LI DERSIMÊ QIRKIRINA XWEZAYÊ



LI DERSIMÊ QIRKIRINA XWEZAYÊ Hukumeta AKP ya plan dike Dêrsimê ji mirovan xalî bike, niha jî hewl dide li ser ava Pêrî 7 bendavên nû çêke.

Hukumeta AKP ya plan dike Dêrsimê ji mirovan xalî bike, niha jî hewl dide li ser ava Pêrî 7 bendavên nû çêke.

Li ser Dêrsimiyan koçberiya 3. tê ferzkirin, lê xelkê herêmê li hember van projeyan li ser piya ye.

Tevgera Gudiyên Azad ya ji 9 gundan pêk tê, li dijî bendava Pembelîk 40 rojin di konan de nobetê digrin.


LI DERSIMÊ QIRKIRINA XWEZAYÊ
AKP HEWL DIDE XELKÊ DERSIMÊ CARA 3. BIKE KOÇBER

Li Dersimê, piþtî projeyên bendavên Munzur, Mercan û geliyê Pulurê, niha jî hewl dide li ser ava Pêrî 7 bendavên nû çêke.


Ava Pêrî ji ber gundê Doluca yê ser bi Qizilkilîse-Nazimiye diherike û ji bo çêkirina bendavekê hewldanên hukumeta AKPê dewam dikin.

Eger proje temam bibe, wê têkiliyên þêniyên navbera Dersim, Çewlik û Elazizê qut bibe.

LI DÊRSIMÊ QIRKIRINA XWEZAYÊ
XELKÊ DERSIMÊ LI HEMBERÎ BENDAVAN LI BER XWE DIDE

Tevger Azad û Gundiyan a 9 gundan pêk tê, li hember bendava Pembelîk ev 40 rojin di konanên berxwedanê de nobetê digrin.


Gundiyên çalakger doh çûn bendava Pembelîk a ku ji aliyê Limak Holding ve tê çêkirin û hukumeta AKPê protesto kirin.

Ji gundiyan Hasan Arslan got, li peravên ava Pêrî gelek gund hene û ziyaretgeha her gundî jî li van gundan hene.

Û got, rayedarên ku rêz nîþanî baweriya Dersimiyan nadin, ewê jî li hember van rayedaran rêz nîþan nedin.

Hayat Aksoy a 80 salî ya ku li gundê Dalibaþê bi tena serê xwe dijî got, 'li hember hemû zilmên ku hatin serê min, min li ber xwe da û ezê dîsa li ber xwe bidim û gundê xwe terk nekim.


Xelkê Dersimê bi biryare ku li hember çêkirina bendavan li ber xwe bide û ji bo destekê jî bang li raya giþtî kir.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Çand û Huner
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC