Li tevahiya Muþê berfê her dever sipî kir.
Germahiya hewayê bi rojane ji ber ku di bin sifrê de ye, li gelek deveran aþît dikeve xwarê û ava xwarinê jî qeþa digire.
Li gundê Niftik ê Kopê doh biþev aþît bi ser hin malan de hat..
Di encamê de Jina bi navê Gulendan Çiftçi jiyana xwe ji dest da, hevserê wê Bulent û zarokên wê Ruhat û Ferhat Çiftçi jî birîndar bûn.
Li bajarokê Þenyayla yê Muþê nêzî 2 metro berf ketiye erdê.
Ev yek jî, þert û mercên jiyanê zehmettir dike.
Di van rojên zehmet de alîkariya gel bi hevre jî zêdetir derdikeve pêþ.
Ciwanên gund, ji bo berfa serê xaniyan paqij bikin tîmek ava kirin.
Ciwan dibêjin bêyî ku ew cudahiyê bixin nava kes û malan, ji xaniyê herî zêde di bin berfê de mane ew despê dikin û yeko yeko berfa serban û derûdora hemû xaniyan paqij dikin.
Bandora berfê û seqema sar li Agiriyê jî xwe nîþan dide.
Doxtoran jî bal kiþandin ser talûkeya nexweþiyê ji ber hewaya sar xwest welatî li dijî þert û mercên zivistanê tedbîrên xwe bigrin.
Ji ber barîna berfa zêde li Comemêrgê û navçeyên wê rêyên 307 gundan hatin girtin.
Dîsa li Dêrsim, Bedlîs, Erzirom û Çewlîkê jî têkilî bi gelek navendan re qut bûye û rêyên bi sedan wargehan li çûnûhatinê asêbûne.
Li Kurdistanê seferên gelek otobus û balafiran hatin betalkirin û rêyên zêdetirî 2 hezar û 500 gundan jî li çûyîn hatinê asê bûne.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>