ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

01 Berfanbar 2011 18:45
Li 11 navendan çalakiyên 'Pêncþema Reþ'



Li 11 navendan çalakiyên 'Pêncþema Reþ' Li Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Þirnexê çalakiyên Pêncþema Reþ hatin lidarxistin û li dijî operasyonên KCK'ê nerazîbûn hate nîþandan û hiþyariya "rewþ ber bi faþîzmê ve diçe" hate kirin. Di daxuyaniyan hate gotin ku girtîgeh êdî bûne wekî kampên naziyan.

Li Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn û Þirnexê çalakiyên Pêncþema Reþ hatin lidarxistin û li dijî operasyonên KCK'ê nerazîbûn hate nîþandan û hiþyariya "rewþ ber bi faþîzmê ve diçe" hate kirin. Di daxuyaniyan hate gotin ku girtîgeh êdî bûne wekî kampên naziyan.

ÞIRNEX

Li Þirnexê di çalakiya Pencþema Reþ de vê hefteyê jî xebatkarên þaredariyê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî li ber avahiya xizmetê ya þaredariyê hatin ba hev. Endamê Tum Bel-Sen'ê Sebahattîn Denîz li vir axivî û wiha got: "Em wekî xebatkarên Þaredariya Þirnexê dixwazin hevalên me yên ku armanca wan tenê xizmet dayîna gel bû bên berdan û vegerin li ser karên xwe. Heta hevalên me vegerin li ser karên xwe em ê çalakiya xwe bidomînin." Denîz anî ziman ku hemû hevalên wan ji ber ku siyaseta demokratîk meþandine hatine girtin. Denîz got ku heke bêdengkirina gel tê xwestin ev operasyon dê tu caran encamê negirin.

HEZEX

Li navçeya Hezexê ya Þirnexê bi çalakiya Pêncþema Reþ li dijî girtin û binçavkirinan nerazîbûn hate nîþandan. Gelek kesên ku li ber avahiya þaredariyê kom bûn pankarta ku li ser wêneyên þaredarên Hezex, Þirnex û Silopiyê hene rakirin. Li ser navê komê Wekîlê Þaredarê Hezexê Selahattîn Acar axivî û li dijî operasyonên girtinê û yên leþkerî ku di demên dawî de zêde bûne nerazîbûn nîþan da. Avci got ku ew her roj bi nûçeyên girtinên nû hiþyar dibin û AKP dixwaze gelê kurd bêhêz bike, lê li þûna kesên ku tên girtin hevalên me yyên din bigirin û karên wan bidomînin. Avci anî ziman ku AKP a ku destên aþtiyê nabîne dê bibe berpirsyarê hemû êþan. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

SILOPÎ

Xebatkarên Þaredariya Silopiyê vê hefteyê jî çalakî li dar xistin. Çalakî li ber avahiya Þaredariyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên þaredarên Hezex, Silopî û Þirnexê û pankarta "hûn nikarin îradeya gel kelepçe bikin" li avahiya þaredariyê hate daliqandin. Xebatkarê þaredariyê Adurrahman Demîrhan ve hefteyê axivî û bal kiþan li ser operasyonên di bin navê KCK'ê de tên kirin. Piþtî çalakiyê 5 deqîqe çalakiya rûniþtinê hate lidarxistin.

CIZÎR

Çalakî li ber avahiya xizmetê ya þaredariyê vê hefteyê pêk hat û gelek kes beþdar bûn. Berdevkê Demî yê KESK'ê yê Cizîrê Mahmut Duru diyar kir ku hikûmeta AKP'ê êrîþên xwe yên li dijî saziyên demokratîk ên kurdan didomînin. Duru girtin þermezar kir. Duru bal kiþand li ser nîqaþên li ser Dêrsimê yên di demên dawî de tên kirin û xwest Serokwezîr Tayyîp Erdogan li Meclîsê di rûniþtineke de lêborînê bixwaze. Duru anî ziman ku divê netenê Dêrsim ji Mereþ, Çorum, Gazî, Zîlan û Þirnexê jî lêborîn bê xwestin.

Çalakî bi 5 deqîqe rûniþtinê bi dawî bû.

WÊRANÞAR

Li navçeya Wêranþarê ya Rihayê li ber avahiya xizmetê ya þaredariyê çalakî hate lidarxistin. Cîgira Serokê BDP'ê Wêranþarê Suna Ulugturken daxuyanî da û got ku AKP'ê ola îslamê bi kar aniye û bi vî rengî bûye îktidar lê piþtre tu pirsgirêk çareser nekiriye. Ulugturken anî ziman ku di nava 2 salên dawî de di bin navê KCK'ê de 4 hezar kes hatine girtin, êdî hesabên kesên ku tên binçavkirin ne diyar e. Ulugturken got ku armanca girtinan bêdengkirina gel e. Çalakî bi 5 deqîqe rûniþtinê bi dawî bû.

PIRSÛS

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî çalakî hate lidarxistin. Wekîla Þaredarê Pirsûsê Hulya Demîr jî di nav de gelek kes beþdarî çalakiyê bûn. Serokê BDP'a Pirsûsê Mehmet Kayhan daxuyanî da û got ku qirkirina siyasî didome û bi van tecrîd jî her diçe giran dibe.

AMED

Xebatkarên Þaredariya Peyasê jî ji bo Þaredar Zulkuf Karatekîn û siyasetmedarên kurd cara 95'emîn çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de banga tevlibûna daniþîna doza KCK'ê ya di 6'ê kanûnê de hate kirin. Di çalakiyê de nûnerê Sendîka Genel Îþ'ê Mehmet Þah Sarikaya axivî û got ku dema girtîbûna siyasetmedaran veguheriyaye cezakirinê.

QOSER

Li navçeya Qoserê wekî her hefteyê vê hefteyê jî çalakiya Pencþema Reþ li ber avahiya Þaredariyê pêk hat. Gelek kes beþdarî çalakiyê bûn. Nûnerê Egîtîm Sen'ê Salîh Kuday, anî ziman ku kesên wekî AKP'ê nefikirin tên binçavkirin û girtin û rastî cezayan tên. Kuday, anî ziman ku mala wan, telefona wan, sazî û dezgehê wan û hemû tiþtê wan ên taybet di bin wenêrtin û kontrola polîsan de ye.

NISÊBÎN

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî di hefteya 5'emîn de çalakiya xwe berdewan kir. Koma li ber avahiya Þaredariyê kom bû jî pankarta "Dest nede vîna min" vekir. Nûnerê Genel Îþ'ê Sadik Fîdanê bertek nîþan da û anî ziman ku ew li hemberî neheqê bêdeng nemînin.

DÊRIK

Li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê jî bi heman rengî çalakî hate lidaxstin. Koma li ber avahiya þadedariyê kom bû, girtin û binçavkirin þermezar kir. Rêveberê BDP'ê yê Adîl Aktaþ daxuyanî da.

ÊLIH

Li Êlihê jî girseya ku li ber avahiya Þaredariye kom bû di hefteya 95'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa þaredariyê û wekîlên þaredar amade bûn. Li ser navê komê Serokê Þaxa Egîtîm Sendê Bulent Hatun, daxuyanî da û operasyon þermezar kir.

(mae/sa)

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Rojane
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC