AGIRÎ
TUHAYD-DER'ê ya Bazîdê bi armanca þermezarkirina astengkirina hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re û balê bikþînin ser greva birçîbûnê ya girtiyan daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer, Serokê TUHAYD-DER'ê ya Bazîdê Ahmet Kaya, malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Berî daxuyaniyê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bazîdê Îsa Ozer diyar kir ku ew tu çaran dest ji piþtevaniya kesên tevlî greva birçîbûnê bûn bernadin. Rêveberê TUHAYD-DER'ê Lezgîn Baydak daxuyanî xwend û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan þermezar kir. Baydak, çalakiya girtiyan a bi armanca þermezarkirinê ya birçîbûnê bi birxist. Baydak, diyar kir ku berpirsiyarê tiþtekî nebaþ Wezareta Dadê û hikûmeta AKP'ê ye û wiha got: "Em li vir bang li hikûmeta AKP'ê û dewletê dikin. Demildest dest ji tecrîda li dijî Ocalan berdin. Dawiyê li operasyonên siyasî berdin."
ÎZMÎR
TAYDER'ê li Îzmîrê bi heman armancê li ber Sumerbanka kevin çalakî li dar xist. Di çalakiya piranî jîn tevlîbûn de pankarta "Rêbertiya azad temînata jiyana demokratîk û azad e" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Zext me bêzarnakin" berz kirin. Serokê TAYDER'a Îzmîrê Sînan Demîrkan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê him derve him jî li girtîgehan mafê mirovan binpê dike. Demîrkan, greva birçîbûnê ya ev meheke li girtîgehan berdevam dike bi birxist. Demîrkan, anî ziman ku AKP di pirsgirêka kurd de xitimiye û wiha got: "Rewþa heyî ji ber polîtîkayên AKP'ê yên pirsgirêka kurd ên vala pêktên. Muhatabê çareseriya pirsgirêka kurd Birêz Abdullah Ocalan e." Demîrkan, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an neya niha bi parêzeran re hevdîtin nekir û tê astengkirin.
Piþtî daxuyaniyê çalakiya rûniþtinê pêk hat.
STENBOL
Li Stenbolê jî TUAD'ê li Qada Galatasarayê bi heman armancê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Tecrîd na azadî þer na muzaker" vekirin. Li ser navê komê Serokê TUAD'ê Mahmut Taþdan, daxuyanî xwend û gotinên Serokwezîr Erdogan ên aramiya welat û aboriya welat baþ bûye renekirin û wiha got: "Em sarinç û cilþoyan naxwazin. Em çareseriyê dixwazin." Taþdan, bal kiþand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwsatin demildest tecrîdê bi dawî bikin.
EDENE
Li Edeneyê jî TUHAD'ê bi heman armancê li ber Komeleya Çand û Demokrasiyê ya li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê daxuyanî da çepemeniyê. Li gel rêveberên komeleyê û BDP'ê gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Serokê TUHAD'ê Ahmet Dogan daxuyanî xwende û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibe. Dogan, bertek nîþanî astengkirina hevdîtina Rêberê PKK'ê ya bi parêzeran jî da û xwest ku demildest dest ji vê yekê bê berdan. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr jî bal kiþand ser 15'ê Sibatê û diyar kir ku tu kes nikare vîna gelê kurd asteng bike.
AMED
Li Amedê jî TUHAD-DER'ê jî bi heman armancê li ber komeleyê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê TUHAD-DER'ê Sirri Dogan daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî têkoþîna gelê kurd têkçûnekî dîrok dijî.
DIHA
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>