ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

29 Rebéndan 2012 14:52
Li Hewlêrê tecrîda li ser Ocalan hatê þermezarkirin



Li Hewlêrê tecrîda li ser Ocalan hatê þermezarkirin Li Hewlêrê tecrîda li ser Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber Nûnertîya Netewêyen Yekbûyî (NY) hatê þermezarkirin.

Nerazîbûnên li dijî tecîrda li ser Rebêrê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçê zede dibin. Partîya Çaresêrîya Demokratik (PÇDK), Civanên Welatparêzen Kurdistan, Tevgera Jinên Azad ên Herêma Federal a Kurdistanê û Yeksan li ber nûnertîya NY'ê ya Herêma Federal a Kurdistanê ya Hewlêrê hatin cem hev û bi armanca þermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin. Di çalakîye de pankartên "Ji Rêberê Ocalan re azadî ji jinan re aþtî" û "Ji azadiya Ocalan re erê" hatin hilgirtin û gelek alên PKK, KCK'ê û Posterên Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan û ala Herêma Federal a Kurdistanê hatin vekirin. Di çalakiyê de sloganên "Bijî Serok Apo", "Bakûr, baþûr, rojhilat, Apo serokê welat", "Ji Ocalan re azadî" û "CPT û NY temaþewan in" hatin berzkirin. Li ser navê ser navê PÇDK'ê û Tevgêra Jinên Azad ên Herêma Ferdaral a Kurdistanê Mihemed Azîz daxuyanî xwende.

Azîz: Komploya li ser kurdan berdevam dike

Reveberê PÇDK'ê yê Hewlêr Mihemed Azîz, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan bi piþtgiriya dewletên biyanî radestî Tirkiyeyê hate kirin û wiha got: "Hej jî li Tirkiyeyê komplo li ser kurdan tenê meþandin. Zêdehî 5 hezar kurd hatinê girtin. Hejmarê girtîyen kurd 10 hezaran derbasbû. Li ser Rêbêr Apo tecrîdeke giran tê meþandin. Gelek caran me li dijî tecrîda li ser Rebêrê xwe bi çalakiyan þermezar kir. Le berambêre wê yekê NY û CPT rola xwe nalîze. Em dîsa dûbarê bang li wan rexistinên qaþo yen mafê mirovanê û bo mafê mirovan hatine avakirin dikin ku demek zûtirîn rola xwe bilizîn û binpekirina mafê mirovan ên li Tirkiyeyê bidin sekinandin."

Hîlal Hesen: Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Ocalan dê berdevam bikin

Piþtê daxûyanîya PÇDK'ê li ser navê Tevgêra Jinên Azad ên Herêma Federal a Kurdistanê Hîlal Hesen jî axivî û diyar kri ku rola Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gelek girîng e û wiha got: "Di kesayêta Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîþan li hemû netewa kurd dikin. Tecrît li ser hemû kurdan tênê meþandin. Komkûjîyek li ser kurdan tê ferzkirin. Ji bo wê jî pewîstê di serî de hemû jînen kurd lý dijî wê komkûjîyê helwesta xwe dîyar bikin. Ji ber kû dewleta tirk êrîþê hemû destkeftîyen kurdan ên her çar parçêyen Kurdistan dike. Bila dijmin baþ bizani be ku em wêk tevgêra jin heta encam bigrin çalakîyen xwe dê cûr bi cûr bidomînin"

Piþtê ku daxûyanê, heman daxuyanî ji nûerên NY'ê re hatin çandin.

DÎHA

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC