Li navçeya Mêrdînê Qoserê di saetên serê sibê de polêsên AKP'ê avêtin ser avahiya þaredariyê, rêxistina BDP'ê, akademiya siyasetê û gelek malan.
Di serdagirtinan de dest danîn ser gelek belge û amûran.
Tevî serokê rêxistina BDP'a navçeyê Kenan Akdogan, alîkara þaredar Leyla Salman û nûnerê Azadiya Welat ê Mêrdînê Azîz Tekîn 11 kes jî hatin binçavkriin.
11 kesên binçavkirî di saetên nîvroyê de sewqî edliyê kirin.
Rêxistina BDP'a Mêrdînê jî bi daxûyaniyek diyar kir ku ewê sibê saet 12'an li ber avahiya BDP'a Qoserê bi çalakiyek vê terorê protesto bikin û banga tevlîbûn li xelkê Mêrdînê û Qoserê kir.
Li Sêrtê jî hêzên dewleta Tirk 17'ê Çile þaredarê Dihê Melîh Oktay û alîkarê Þaredarê Misircê Çaçan Yorulmaz kiribû binçavan lê piþtre serbest berdabû.
Li ser îtiraza dozgeriyê Oktay û Yorulmaz îro tevî 3 kesên din hatin binçavkirin.
Tevî þaredarê Dihê Melîh Oktay û alîkarê þaredarê Misircê Çaçan Yorulmaz piþtî îfadedayînê hatin girtin.
Bi vî awayî hejmara kesên ji 17'ê Çile û vir ve hatin girtin li Sêrtê gihiþt 11 kesan.
Li Erziromê jî serokê rêxistina BDP'a Giyadînê Seyît Kaya hat binçavkirin û bi îdîaya endamê rêxistinê ye hate girtin.
Li navçeya Colemêrgê Geverê jî 2 birayên bi navê Ilyas û Umît Yorgun ên rojên derbasbûyî hatibûn binçavkirin, bi îdîaya propagandaya rêxistinê kirine hatin girtin.
Li Stenbolê jî di operasyonên li Maltepe û Kuçukarmutluyê de 19 kes hatin binçavkirin.
Ji wan 7 kes, bi îdîaya endamên DHKP-C'ê ne hatin girtin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>