. Rêjeya ji kar derxistina karkeran li gorî sala par ji sedî 70 zêde bûye. Li Rojhilatê Kurdistanê qiyameta karkeran rabûye. 115 karkerên Kurd ên li þîrketa Jawe a li ser riya Kîsona Kirmanþah, Kamyaran-Sineyê ji kar hatin avêtin, herwiha 8-12 meh e pereyê karkerên li þîrketek li Bokanê dixebitinnayên dayîn.
Li her derê Îranê karker ji kar têne derxistin. Li Îrana ku her carekê peyamên ‘welatê bi hêz’ dide, xuya dike ku tengasiyên wê yên aboriyê jî hene. Karker jî weke ol, kêmenetew, muxalîf, jin, zarok, xwendekar, ciwan, girtî û qaçaxçiyan bedela aborî ya polîtîkaya dewletê didin.
Karkerên li ber siya krîza ‘bernameya nukleer’ a di navbera Îran û welatên Rojava de li mafên xwe digerin, nikarin ji þîrketên ku lê dixebitin destmiza (ucret) xwe bistînin û nikarin ji mafê xwe ê sendîkayan sûd werbigirin. Li gorî jimarên fermî, îro li Îranê eflasyon ji sedî 10 e, rêjeya bêkariyê jî ji sedî 15 ye. Analîst jî diyar dikin ku ev jimar zêdetir e.
Ji destpêka îsal ve nûçeyên derbarê ji kar derxistina karkeran ji her çar hêlên Îranê tên. Li gorî rayedaran herî kêm rêjeya ji kar derxistina karkeran ji sedî 49 zêde bûye û li tevayê welêt ji sedî 70 derbasî qeydan bû.
LI KIRMANÞAN Û KAMYARAN 115 KARKER HATIN QEWITANDIN
Li Rojhilatê Kurdistanê a ku têkoþîna karkeran lê ranaweste û gelek karker ji ber vê yekê hatin girtin, her ku diçe rêjeya karkerên ji kar têne derxistin jî zêdetir dibe. Îstatîstîkên derbarê vê mijarê de nîne. Lê bêkariya li herêmê û hejariya gelê herêmê her ku diçe zêdetir dibe.
Di van rojên borî de, zêdetirê 80 karker ji þîrketa Jawe a li ser riya Kamyaran-Sine ji kar hatin derxistin. Hat diyarkirin ku 150 karkerên din ji kar hatine derxistin. Ev demek bû nêzî 700 karker li þîrketê dest bi grevê kiribûn. Lê destwerdana dijwar a hêzên ewlekariyê û binçavkirina jimarek zêde a karkeran dawî li grevê anîbû.
Herwiha li Kirmanþanê nêzî 35 karker ji þîrketa Kîson hatin derxistin. Nêzî 8-12 meh in pereyê bi qasî 40 karkerên li þîrketa Kiþîþ a li Bokanê dixebitîn nehatiye dayîn.
Di meha cotmehê de jî komek ajokar ji ber nedana destmiza çar mehan li Sineya Rojhilatên Kurdistanê dest bi çalakiya protetokirinê kiribûn. Ajokaran xwestibû ku bi zorê xebitandin û nobeta þevê ji holê bê rakirin. Karkerên ku hefteya destpêkê a meha cotmehê dest bi grevê kiribûn, dabûn diyarkirin ku heta daxwazên wan yên cih ew ê greva xwe berdewam bikin.
LI QEZWÎNÊ SEKTORA PÎÞEYÎ JI SEDÎ 90 HAT GIRTIN
Ji ber krîza aboriyê, deriyê gelek þîrketan hatin qûlfkirin û bi deh hezaran karker ji kar hatin derxistin. Tenê li Qezwînê ji ber îdareya xirab û krîza aboriyê ji sedê 90 ê navendên pîþeyî hatin girtin.
Li rexmê zextên polîsiye yên zêde û xebatên jinavbirinê ên hikûmeta Îranê, destpêkê li Tehranê û li her derê Îranê gelek karker dest bi grevê kirin û greva wana berdewam e. Di meha îlonê de zêrîngirina dest bi grevê kiribûn û grev bi qasî mehekê ajotibû. Zêrîngirên Tehranê ji sedî 3 yên zêdebûna baca TVA’yê protesto kiribûn û dest bi grevê kiribûn. Ev grev li tevahiya welêt belav bibû. Zêrîngirên Tebriz, Qezwîn, Buþehr, Maþad, Birjand, Sabzevar, Torbat-Heyderiye, Ardebil, Þîraz, Îsfahan, Þahriyar, Sarî, Qûm, Ehwaz, Ûrmiye û Zencanê jî beþdarî grevê bibûn.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>