ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

27 Rebéndan 2012 22:04
Li Surî di bûyerên doh de herî kêm 62 kes hatin kuþtin



Li Surî di bûyerên doh de herî kêm 62 kes hatin kuþtin Koordînasyona Hêzên demokratîk a Sûrî ku di nava wê de PYD jî heye, li Konseya Parlementeran a Ewrûpayê hin hevdîtin pêk anî. Her wiha hate îdîakirin, ku li Surî di bûyerên doh de 62 kes hatine kuþtin. Civata Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî jî carekedin bi mijara Suriyê li hev kom bû.

Koordînasyona Hêzên demokratîk a Sûrî ku di nava wê de PYD jî heye, li Konseya Parlementeran a Ewrûpayê hin hevdîtin pêk anî.

Derbarê hevdîtinan de endamê PYD'ê Hasan Þerwan daxûyanî da û got:

"wan bi serokê komisyona karê derve ya Parlemenê Pietro Marcenaro, seroka koma Lîberal Anne Braseur, Endama komîteya Aþtiyê Kersten Longrad û heyetên Filîstînî re hevdîtin pêk anîne.

Þerwan ragihand ku ev hevdîtin li ser vexwendina koma hevgirtî ya partiyên çep pêk hatiye û got; wan di hevdîtinan de aniye ziman ku ew li dijî mudaxeleya hêzên derveye

Li þûna wê ew dixwazin hukûmetek navber ya dikare rejîmek demokratîk ava bike bê sazkirin.

Herwiha Þerwan anî ziman ku wan daxwaza gelê Kurd ya ji bo xweseriya demokratîk jî aniye ziman.

Li aliyê din þer û pevçûnên dijwar jî li Sûrî dewam dikin.

Mala þopandina Sûrî ya navenda wê li Londonê ye jî diyar kir ku di þer û pevçûnên doh de 43 ji wan sivîl bi giþtî 62 hatine kuþtin.

Di daxûyaniyê de tê gotin tenê li bajarê Humusê yê operasyonên eskerî lê dewam dike de 33 kes hatine kuþtin.

Di vê navberê de Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî jî îro ji bo Sûrî kom bû.

Di civînê de pêþniyarên dewletên Rojava û Yekitiya Ereban ji bo Sûrî amade kirine hatin nirxandin.

Beriya civînê Rûsyayê diyar kiribû ku ewê biryara ji bo îstifakirina serokdewletê Sûrî Beþar Esad veto bike.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Cîhan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC