Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Tetwanê serê sibê saet di 05.30'an de bi ser gelek malan de girt.
Polîsan di serdegirtina malan de Rêvebera BDP'a Tetwanê Muazzez Alphan, Endamê Meclîsa Þaredariyê Nurullah Akdemir û endamê DYG'ê Yalçýn Aysal jî heye 9 kes binçavkirin. 9 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Tetwanê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.
Li Qoserê ji 11 kesên bi serdegirtinan de hatibûn binçavkirin 8 kesên di nav de Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat Azîz Tekîn jî heyî hatin girtin.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polêsan doh danê sibê avêtibûn ser þaredariyê, rêxistina BDPê, akademiya BDPê ya Siyasetê û gelek malan.
Di vê terorê de Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat yê Mêrdînê Azîz Tekîn, keça Tekîn S.T., Cigîrê Rêxistina BDPyê yê Qoserê Kenan Akdogan, Cigîra Þaredariya Qoserê Leyla Salman, Endama Meclîsa Þaredariya Qoserê Nûran Tûran, Endamê Meclîsa Bajar yê BDPyê Mesût Gumuþ, endamên BDPyê Mîthat Guneþ, Þukriye Yilmaz, Haci Araf Sirdaþ, Veysî Erdem û kesek navê wî nehat zanîn hatibûn binçavkirin.
11 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyê hatin kirin û îfadeya wan hate girtin..
Piþtî îfadegirtinê ji 11 kesan 8 kes hatin girtin û þandin Girtîgeha Tîpa E a Mêrdînê.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>