ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

29 Rebéndan 2012 11:48
Li Wanê dîsa þewata kon: Zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da



Li Wanê dîsa þewata kon: Zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da Li Wanê li aliyek perîþaniya gel a ji ber 2 erdhejên mezin dewam dike, li aliyê din jî dawî li erdhejokan nayê. Vê serê sibê dîsa bi dijwariya 4.4 erdhejek rû da. Di çadirên ku gel têde bi zehmetî jiyana xwe dewam dikin de jî, ji bilî sermayê þewat dibe sedema mirinan.

Li Wanê vê serê sibê saet li derdora 6'an dîsa erdhej çêbû.

Hat ragihandin erdhej bi dijwariya 4.4 pêk hatiye û navenda wê jî gundê Akçîft e.

Li gorî agahiyên despêkê di vê erdhejê de tiþt bi kesî nebûye.

Li aliyê din periþaniya gel a di konan de û mirinan ji ber þewatan jî dewam dike.

Li Gundê Çermîka ê bajaroka Erçeka doh êvarê dîsa agir bi çadirek ket.

Di þewatê de zarokê 3 salî Mustafa Alti jiyana xwe ji dest da. Dayik Saliha Atli jî dema xwest kurê xwe yê birîndar ji agir xelas bike, di nava þewatê de ma û birînda bû.

Heta niha li Wanê 127 kon þewitîn û di þewata konan de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din þert û mercên zehmet ên zivistanê û xemsariya dewletê jî jiyana xelkê Wanê zehmettir dike.

Çadirên havînê yên dewletê bi navê 'Konbajarê Mehmetçîk' ava kirine û gelek çadirên gel bi derfetên xwe vegirtine, ji ber berfa zêde hilweþiyan.

Bi taybetî çadirên ku þirketa alikariyê ya Îngiliz Shelter Box þandibû û dewleta Tirk bi navê 'Konbajarê Mehmetçîk' ava kiribû di bin berfê de man û xelk perîþan in.

Kurdistaniyên di nava þert û mercên zehmet de hewl didin jiyana xwe berdewam bikin nerazîbûn nîþanî xemsariya dewletê didin û dibêjin Tevî ku Tayyip Erdogan gotiye di serê meha Çile de emê li herkesî konteyniran belav bike, heta niha ti konteynir nehatî taxê.

Ji welatiyan Zeynel Enicür, destnîþan kir ku konên ew têde dimînin tev yên havînê û dibêje; soza konteynira dan me, lê dema konteynir zivistanê neyê emê havînê çi ji wan bikin.

Kader Özgökçe jî dibêje ji ber sar û seqemê bi taybetî kal û pîr û zarok tev nexweþ in, li ber mirinê ne û xema ti kesî jî nîne.

Kurdistaniyê bi navê Alî Tunç jî dide znaîn ku dema li Stenbolê berf dibare hemû dewlet seferber dibe lê ev 4 meh in em li derve di bin baran û berfê de ne dewlet halê me napirse.

Fadil Can jî bibîr dixe ku Tayyip Erdogan gotiye ji serê meha Çile û pê ve wê li Wanê konbajar nemîne, li þûna wan konteynir bên belavkirin û dibêjê: 'Li ser sozên xwe nasekinin. Serokwezîr bi xwe wusa got, lê zivistan xilas bû em hê di çadirên havînê de ne. Ji ber sar û seqemê heta berbanga sibê em nikarin rakevin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Kurdistan
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC