ROJ TV  nûçe,news,kurdistan,amed,dersim,Merdin,cew - Rûpela Pêsin
Add a comment
Recommend
Print
Tomar bike
Font Size : 12 punto14 punto16 punto18 punto

15 Gulan 2011 10:38
Li dijî þer û polîtîkayên 88 salan têkoþîna 5 salan



Li dijî þer û polîtîkayên 88 salan têkoþîna 5 salan Li Tirkiyeyê li aliyekî piþtî avakirina komara Tirkiyeyê 88 sal in polîtîkayên înkar û piþaftinê li ser kurdî tê meþandin, li aliyê din jî 5 sal in ji bo parastin

Li Tirkiyeyê li aliyekî piþtî avakirina komara Tirkiyeyê 88 sal in polîtîkayên înkar û piþaftinê li ser kurdî tê meþandin, li aliyê din jî 5 sal in ji bo parastin û pêþxistina kurdî xebat tên meþandin. KURDÎ-DER û TZPKurdî hatin avakirin

Li Tirkiyeyê ev 88 salin bi awayekî fermî kurdî û zimanên din tên înkarkirin û rastî polîtîkayên biþaftinê tên. Navên newal, çiya, zazon, çem, gund navçe û bajarên kurdan ên kurdî, hatin guhertin û tên qedexekirin. Bi taybetî heta 15-20 sal berê, li kolan û gundan jî axaftina kurdî qedexe bû. Niha hê jî parastina kurdî, perwerdehiya zimanê zikmakî û li gelek cihên din ên fermî, kurdî qedexe ye. Hêj ji ber ku bi kurdî siyaset tê kirin, ceza tên birîn. Hêj ji ber ku navê kurdî li park, zarok û malên xwe kirine, rastî ceza tên. Li hemberî van zext û zordariyan gelê kurd xwe bi saziyan li dijî polîtîkayên înkar û biþaftinê, birêxistin kir. Komaleya KURDÎ DER'ê, di sala 2006'an de li Amedê hat avakirin. Piþtre þaxên wê li gelek bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin vekirin. Niha bi giþtî, 24 komeleyên KURDÎ-DER'ê, 2 Enstîtu û Kurd Der'ek di bin sîwana TZPKurdî de xizmeta karê ziman û perwerdehiyê dikin.

ZEXTÊN LI SER KURDÎ
Di vê demê de, zextên li ser kurdî jî ranewestiyan. Çend ji wan, ev in:
3 Di 25'ê kanûna 2010'an de kalê 73 salî Abdurrahman Bîldîrîcî û Bedrî Bozkurt ê 67 salî ku li Navçeya Farqînê hatin binçavkirin, piþtî ku xwestin îfadeya bi kurdî bidin, hatin girtin.
3 Dozgerê Komarê ya Wanê der barê Þaxa KURDÎ- DER'ê ya Wanê de, doza girtinê da vekirin.
3 Di 10'ê kanûna 2010'an de: Waliyê Mûþê Erdogan Bektaþ, biryara Meclîsa Giþtî ya Bajar a Mûþê ya “Bila tabelayên navên gundan bi tirkî û kurdî bên daliqandin”, bi hinceta ku li dijî zagonan e, red kir.
3 Di 9'ê kanûna 2010'an de: 10'emin Dadgeha Cezayê Giran a Îzmirê, der barê 3 xwendekaran de bi hinceta belavokên "Ji çewsandin û qedexeyên li ser kurdî re êdî bes e" belav kiribûn, ji bo her xwendekarekî salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî.
3 Di 7'ê kanûna2010'an de: Biryara Meclisa Giþtî ya Bajar a Mûþê ya ji bo ku navên navend, navçe û gundan li gel navên tirkî bi kurdî jî bên nivîsandin ji aliyê Walîtiya Mûþê ve hate redkirin.
3 Di 26'ê mijdara 2010'an de Þaredarê Êlihê Nejdet Atalay, li Dadgeha Asliye Ceza ya Misircê bi hinceta di hilbijartinên rêveberiya herêmî de bi kurdî axiviye, 5 meh cezayê girtîgehê xwar.
3 Di 25'ê mijdara 2010'an de: Dadgeha Sulh Ceza ya Misircê der heqê kontynirên çopê yên Þaredariya Misircê ku li ser bi kurdî "Þaredariya Misirce" nivîsîbû, bi hinceta muxalefeta "Zagona Înkilapê" dike biryara komkirinê da û biþev konteynir rastî operasyona polîsan hatin.
3 Di 13'ê mijdara 2010'an de: 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê, der barê rêveberên BDP'a Wanê de, bi hinceta di vekirina avahiya BDP'ê de bi kurdî axivîne û "Propagandaya rêxistinê kirine", li her kesekî 10 meh ceza birî.
3 Di 12'ê mijdara 2010'an de: Girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Bergamayê bi hinceta bi kurdî axivîne rastî cezayê qedexeya hevdîtinê hatin.
3 Di 7'ê mijdara 2010'an de: Walîtiya Amedê serlêdana Meclisa Giþtî ya Bajarê Amedê ya ji bo navê gundan bi kurdî û tirkî bê nivîsandin, bi hinceta li dijî zagonan e, red kir.
3 Di 4'ê mijdara 2010'an de: Heyata 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, di daniþîna 11'emîn de siyasetmedarên kurd ên xwestin bi kurdi parastinê bikin, bi hinceta "zimanê nayê zanîn" avêtin derveyê salonê.
3 Di 20'ê cotmeha 2010'an de: Heyeta Dadgehê ji asta "zimanê neyê zanîn" derbasî "Zimanê tê îdîakirin kurdî ye" bûn û daxwaza parêzeran a ji bo parastina bi kurdî, red kirin. Dîsa siyasetmedarên kurd li Edene, Îzmîr, Mêrdîn, Wan, Amed û Erziromê xwestin parastina kurdî bikin, hatin astengkirin.
3 Di 10'ê cotmeha 2010'an de: Rayedarên girtîgehan niha jî, kurdî vegerandin deriyê rantê û ketin pey derdê qezenckirina pere. Girtiyên di Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 ya Tekîrdagê de, nameyên bi kurdî nivîsandin û ji bo bi taahutê diþînin, teslîmî Komîyona Xwendina Nameyan kirin. Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê, bi hinceta "Bi zimanekî li derveyî tirkî hatiye nivîsandin", ji bo her rûpeleke nameyê 40 TL xwest û got ku ev pere neyê dayîn, heta girtî bên berdan, dê name li vir bên parastin û piþtre bên teslîmkirin."
3 Di 12'ê cotmeha 2010'an de: Der barê xwendekarên zanîngehên ku bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dibistan boykot kiribûn û þahî li dar xistin de, lêpirsîn hat destpêkirin.
3 Di 28'ê îlona 2010'an de: Li Semsûrê 12 kesên beþdarî meþa ku bi armanca piþtgiriya "boykota dibistanan" a ji aliyê TZPKurdî ve pêk hatibû bûn, rastî lêpirsînê hatin.
3 Di 22'ê îlona 2010'an de: 2 kesên li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi sûcdariya "Li gel endamên rêxistinên nînin, li ser navê rêxistinê sûc kirine" dihatin darizandin, bi cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Bersûcê ku bi tirkî parastin kir 7 sal û 6 meh, kesê bi kurdî parastin kir jî 9 sal cezayê girtîgehê xwar. AMED - DÎHA

Çend xebatên KURDÎ-DER’ê

Li aliyekî astengî, qedexe û ceza li ser kurdî zêde bûn, li aliyê din xebatên ji bo kurdî bipêþ ketin. Çend xebatên KURDÎ-DER’ê yên ji bo pêþxistina kurdî kiriye, wiha ne:
3 Di 12’ê kanûna 2010’an de KCD’ê bi navê “Ez bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê dixwazim” dest bi kampanya perwerdehiya kurdî kir.
3 Di yekemîn hefteya mijdara 2010’an de TZPKurdî li dijî zextên li hemberî kurdî, bi þiara “Li ser esasa xweseriya demokratîk li her qadê jiyanê xwendin, nivîsandin û axaftina bi kurdî” dest bi kampanyaya îmzeyan kir.
3 Di 11’ê mijdara 2010’an de BDP’ê, di civîna Endamên Meclisa xwe de di çarçoveya Xweseriya Demokratîk de ji bo kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn, biryara hemû xebatên xwe bi kurdî bike girt.
3 Di 2010’an de li Elbak, Þemzînan, Qoser, Sîlopî, Riha û Dêrsimê Þaxên Kurdî-Derê bi merasimên girseyî hate vekirin. Li Þaxên Kurdî Deran bi sedan xwendekaran sertîfikayên kursên kurdî stendin.
3 Þaxên KURDÎ-DER’ê yên gelek navçe û bajaran bi daxwaza “Perwerdehiya zimanê zikmakî” bi deh hezaran daxwazname radestî midûriyetên perwerdehiyê yên navçe û bajaran û Wezareta Perwerdehiya Neteweyî kirin.
3 KURD-DER li ser daxwaza perwerdehiya zimanekê zikmakî zêdebû, dest bi xebatên kir û li hemberî asîmîlasyon û parastina zimanê zikmakî dest bi têkþînê kir. Serokê Giþtî yê KURD-DER’ê Ahmet Aday, xwest ku hemû kes bi zarok û malbatên xwe re bi kurdî bi axivin.

Perwerdeya bi riya înternetê dest pê kir

Ji ber serlêdanên zêde, TZPKurdî biryar da ku li ser înternetê jî polan veke û dersa kurdî bidin. Ev biryar di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhane de pratîk kirin. Li ser navnîþana www.kurdî-der.com perwerdeya bi kurdî tê dayîn. Ji bo destnîþankirina kurdî, þaredariyan li bîlboardan, raket û afîþên xwendina alfabeya kurdî, navê dem, malbat, demsalan, sebze û fêkiyan, sewalan, anatomiya mirovan, hejmar û demjimêr, xweza û erdnîgariyê hatin daliqandin.

<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>
Add a comment
Title:
Text:
*Ji ber ku ne endamin sîroveyên we bi navê "Mêvant" tê Wesandin . Ji bo endametiya belas bitikînin.
Pêsniyar Bike
Vê Nuçe ji hevalê xwe re pêsniyar bike.
*Navê hevalê te:
*E-nameya te:
*Agahi :
 
* Dagirtina qadan tevan binêvê ye!
Yorum ( 0 / 0 )
Diger Çand û Huner
» RSS  » Site Map
Copyright © ROJ TV 2011. All rights reserved


Untitled Document
ANF DIHA WELAT POLITIKA GUNDEM MMC