Þaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora der barê kuþtina 36 endamên HGP'ê yên li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê de amade kir. Li gorî rapora ÎHD'ê li bedena endamên HGP'ê qet þopa guleyan nehat dîtin. Di girteka muayeneya mirinê ya Ocaxa Tenduribtiyê ya Çelê ku li ser 4 endamê HPG'ê hate girtin de þopa çekên kîmyewî hate dîtin. Doktorê ku tev li muayinê bû got "Min sebeba kuþtinê nedît'. ÎHD, dê di rojên pêþ de têkildarî mijarê li Dozgeriya Komarê ya Amadê serlêdana sûç bike.
Þaxa ÎHD'ê ya Amadê rapora der barê kuþtina 36 endamên HPG'ê yên di 22-24'ê cotmehê de li Geliyê Tiyarê ya navçeya Çelê, di operasyona leþkerî de jiyana xwe ji dest dan, rapor amadek kir. ÎHD'ê, di raporê de diyar kir ku li ser bedena endamên HGP'ê qet þopa guleyan nehat dîtin. Di girteka muayeneya mirinê ya Ocaxa Tenduribtiyê ya Çelê ku li ser 4 endamê HPG'ê hate girtin de þopa çekên kîmyewî hate dîtin. Doktorê ku tev li muayinê bû got "Min sebeba kuþtinê nedît'. Di girteka rapora otopsiya Serdozgerê Komarê yê Çelê ya hêjmar 2011/337'an a di 2'ê mijdarê de li ser 4 cenazeyên endamên HPG'ê girt de, agahiyên girîng hatin bi destxistin. Di rapora otopsiyê dê Dozger Îbrahîm Emre Îlhan û Kesê Zana Dr. Cem Çimen amade bûn. Di rapora otopsiyê de derket holê ku li ser bedena 4 endamên HPG'ê þopa guleyan nehatiye ditin. Di raporê de hate gotin ku cenazeyek aydî endama HGP'ê ya jin a temenê wê 25-30 salî ye û cenaze perçe bûye. Di raporê de hate gotin ku ji ber cenaze perçe bûye pîvana kîlo û bejnê nehat tespîtkirin. Hate gotin ku jir rûyêwê tev reþ û þîn bûye ji ber vê rûyê wê nehatiye nasîn.
Li gorî rapora Cenazeyê hêjmar 1: Ji navê ve bûye du qet
Di girteka ji bo cenazeyê hêjmar 1 hate girtin de hate diyarkirin ku li piþt situ, piþt serî, kolunc û piþtê û parsuyên wî þopên reþ û þînbûnêha hatine dîtin þewitiye û wiha hate gotin: "Beden ji navê ve bi tevahî qetiya ye. Mile çepê ji inîþkê ve jê bûye. Deste rastê jê bûye. Di navbera dest û zenda rastê de hin cih jêbûne. Sermile rastê heta inîþkê li hin cihan þewitîye."
Li gorî rapora Cenazeyê hêjmar 2: Beden þîn bûye
Di girteka ji bo cenazeyê hêjmar 2 hate girtin de hate diyar kirin ku wiha hate gotin: "Di serî de, li ser çavê rastê, li derdora çeng û guh, þopên þewatê hatinn dîtin. Þopê þewatê liser poz û ruyê wî jî hatin dîtin. Li ser pêsîra rastê li hin cihan deqên sor û þewatê hatin dîtin. Li bin pêsîrê heta puhise wekî bendekê laþ kesk bûye. Bin mile çepê zenda wî jê bûye. Li orta femura rastê jêbûye.
Cenazeyê Hêjmar 3: Pir perçe bûye
Di girteka ji bo cenazeyê hêjmar 3 hate girtin de hate diyar kirin wiha hate gotin: "Pir zêde perçe bûye. Goþt xera bûye. Kurm ketinê. Ji ber vê yekê tespîtek baþ nehat kirin. Beden pir zêde belav bûye û xera bûye. Hemû goþt û cemr reþ bûye. Libazê HPG'î bi bedena wî ve hatiye zeliqandin û jê nehatye qetandin. Ji ber vê yekê bêyî lêkonîn bê kirin cesed xistine torbeyan. "
Li gorî rapora cenazeyê 4'an: Rûyê wî tev þewitiye
Di girteka ji bo cenazeyê hêjmar 4'an de jiî hate diyarkirin ku rûyêwî tev hatiye þewitandin. Di raporê de hate gotin ku kurm ketinê û çer xera bûye û ji ber vê yekê baþ lêkolîn nehatiye kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku li sîng û zikê wî rengê kesk û þîn çêbûye û li çîp û bin çognên wî þopên þewatê hatiye dîtin.
Doktor: Min sebeba mirinê fam nekir
Doktorê peyvirdar Cem Çimen jî di girtekê de wiha nivîsand: "Ji bilî cesedê hêjmar 3 yê ku bûye wekî komirê û qet nehat naskirin, cenaseyên din perçeyê mirinê belav bûne. Her çend me di muayineya miriyan de hin dane bi dest xistin jî sedema mirina 4 cesedan baþ nehat zanîn. Min sedema mirinê fam nekir."
ÎHD: Em dê serlêdana sûc bikin
Sekreterê Þaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, têkildarî rapora ku ji aliyê Dozgerê Komarê yê Çelê ve hatiye amadekirin de diyar kir ku wan serlêdanên hiqhûqî kirine û alîkariya hiqûqî ji dozger xwestiye. Bîlîci, anî ziman ku þik û gumanên ku di bûyerê de çekên kîmyewi hatine bikar anîn zêde ne. Bîlîcî, da zanîn ku dê li gorî agahî, dane û serlêdanên ku gihiþtine komeleyê bi gumana ku çekên kîmyewî hatine bikar anîn li ser daxwaza malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê bidin û gilî bikin.
<<Önceki Haber || Sonraki Haber>>